Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan em in û tecrîd li me tê sepandin 2021-04-05 14:51:24   MÊRSÎN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û got: “Birêz Ocalan em in. Ev tecrîd li me tê sepandin.”    Şandeya ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk tê starta hevdîtinên bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê xwe birêxistin bikin” li Mêrsînê, Hatay û Edeneyê birêve bibe da. Şande ji Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mêrsînê Gulb ahar Şofer û Mehmet Aliş û rêveberên HDP’ê pêk tê hevdîtinên xwe bi serdana malbatan dan destpêkirin. Şande li çayxaneyek li navçeya Yenîşehîrê bi xelkê re civiya û şandeyê qala pêvajoyê xelkê re kir.    ‘TECRÎD BELAV BÛ’    Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di civînê de axivî û bertek nîşanî operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosayê da û bal kişand ser zext û zordariya li ser siyasetmedarên kurd. Aydenîz bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got tecrîd li aliyê civakê belav bûye. Aydenîz anî ziman ku li qadên Newrozê bi milyonan kes bersiva polîtîkayên faşîzmê da û yên ku wê li dijî vê pergala rejîmê bi ser bikevin gelê kurd û jin in.    ‘BI SER NEKETIN’    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ket 72 saliya xwe bi bîr xist û got bi hezaran girtî ji bo azadiya Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Ozturk jî destnîşan kir ku bi salan e polîtîkayên asîmîlasyonê li dijî gelê kurd tên birêvebirin û got: “Bi van polîtîkayan dixwazin gelê kurd ji nasname, ziman û çanda wê dûr bixin. Lê belê ev armancên îqtidaran bi ser neketin.”   ‘OCALAN XETA ME YA SOR E’    Ozturk anî ziman ku li dijî van polîtîkayên asîmîlasyona li ser gelê kurd tên birêvebirin xeta têkoşîna Ocalan nîşan da û wiha got: “6 sal in polîtîkayên pir qirêj tên birêvebirin. Konsepta şer ji Îmraliyê dest pê kir. Ê ku kurdan bi dinyayê da nasîn Ocalan e. Ji bo vê yekê jî tecrîd li birêz Ocalan tê sepandin. Birêz Ocalan bi birayê xwe re tenê 4 deqîqe axivî. Hûn nikarin axaftina rêberê gelekî wisa li ser kêfê qût bikin. Ocalan ji bo Tirkiyê bû hêvî. Divê gelên Tirkiyê viya jî bibînin. Tecrîd tenê li ser birêz Ocalan, li ser tevahiya Tirkiyê tê sepandin. Armanca wan ew bû ku di demek kin de gelê kurd biqedînin. Her cûre polîtîkayê ceribandin. Lê nikaribûn kurdan biqedînin. Gelê me di 21’ê Adarê de bersiva pêwîst da. Kurdan wê tasfiye bikirina lê ew bi xwe tasfiye bûn. Xwestin bi tecrîdê birêz Ocalan ji bîra gelê kurd bidin jibîrkirin. Birêz Ocalan em in. Ev tecrîd li me tê sepandin. Aştiyek mayînde lazim e. Muxatabê vê yekê jî birêz Ocalan e. Heke aştiyek bi rûmet neyê Tirkiyê em nikaribin behsa azadî û aştiyê bikin. Di mutabakata Dolmabehçeyê de 10 xal hene. Dî kî dera wê mutabakatê de parçekirina Tirkiyê heye? Em tecrîdê qebûl nakin û em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Êdî gotin têrê nake, faşîzm li gotinan nanêre. Divê em bi rêyên demokratîk nerazîbûna xwe bînin ziman. Tecrîd li dijî demorkasî, hiqûq û mafên mirovan e. Ocalan jî xeta me ya sor e.”    Beşdarên civînê jî li dijî hewldana girtina HDP’ê bertekên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku divê bi ruhê yekîtiyê têkoşîna were kirin.    Piştî civîna gel wê şande li bajêr hevdîtinên xwe bidomîne.