Dema nan li tenûrê dida bû armanca guleyan 2021-04-05 15:45:50   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê du kesan bi çekan şerê hev kirin. Jina bi navê Sureyya Demîr a di wê kêliya de nan li tenûrê dida û kesekî şer dikir birîndar bûn.   Li navçeya Qosera Mêrdînê duh êvarkî du kesan bi çekan şerê hev kirin. Jina bi navê Sureyya Demîr a di wê kêliya şer de nan li tenûrê dida bû armanca guleyan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bûyer li Taxa Firatê di navbera du kesan de ji ber meseleya dan û stendinê qewimî. Piştî demekê her du kesan çek bikar anîn û di encama guleyên berî hev dan ji bi navê Sureyya Demîr a wê kêliyê nan li tenûrê dida û kesekî şer dikir birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û piştî mudaxileya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Hat hînbûn ku Demîr piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatiye derxistin.