CFWIJ: Bila Bêrîtan Canozer bê berdan 2021-04-05 16:00:04   AMED - CFWIJ'ê bertek nîşanî binçavkirina nûçegîhana JinNewsê Bêrîtan Canozer da û xwest ku demildest bê berdan.    Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinê (CFWIJ) ji bo nûçegîhana JinNewsê Berîtan Canozer ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rê ve dibir de di serdegirtina malê de hat binçavkirin daxuyaniya nivîskî da. CFWIJ'ê, diyar kir ku operasyon ji bo çewisandina rojnamegeran hatiye kirin û ji sala 2015'an û vir ve rojnamegerên wekî Bêrîtan ku nûçeyên destdirêjî û binçavkirinê dişopînin tên binçavkirin û girtin. CFWIJ'ê bi bîr xist ku Bêrîtan heta niha gelek caran hatiye binçavkirin û wiha berdewam kir: "Canozer di 28'ê hezîrana 2019'an de, bi hêceta ku di sala 2015'an de çalakiyeke şermezarkirinê şopandibû hatibû binçavkirin. Bi hêceta, 'endamtiya  rêxistinê' derbarê wê de heta 15 salan ceza hatibû xwestin. Lê heyeta dadgehê derbarê Bêrîtanê de biryara beraetê dabû. Piştî wê di sala 2020'an de bi hêceta parvekirinên li ser medyaya civakî dîsa li Canozer doz hatibû vekirin û dozger bi îdaya 'endamtiya rêxistinê' dîsa li dadgehê ji bo Bêrîtanê ceza xwestibû. Dadgehê di danişîna 3'yemîn a dozê de salek û 10 meh û 15 roj cezayê hepsê li Bêrîtan birîbû.    ROJNAMEGERÎ NE SÛC E   Em wekî di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinê, binçavkirina rojnamegerê şermezar dikin û dibêjin ku bila hempîşeya me demildest bê berdan. Em dibêjin ku hewldanên bi vî rengî tenê ji bo çewisandina rojnamegeran û bêdengkirina wan in. Em bang li rayedarên tirk dikin ku dawî li van êrîşên xwe bînin. Rojnamegerî ne sûc e.”