MKGP: Divê Canozer û jinên binçavkirî tavilê werin berdan 2021-04-05 17:03:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê têkildarî binçavkirina rojnamevan Bêrîtan Canozer daxuyanî da û xwest ku Canozer û hemû jinên hatine binçavkirin serbest bên berdan.    Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê (MKGP), derbarê Berîtan Canozer û jinên ku hatin binçavkirin de daxuyaniyek nivîskî belav kir û got: "Wê li dijî zîhniyeta zilaman pênûsa jinan nivîsandina xwe bidomîne."   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev ne êrişa yekem a li dijî jinan pêk tê û wiha hat gotin: "Êv êrişên îqtidarê yên li dijî jinan ku li gel êrişên îqtidarê qadan terk nakin ne nû ne. Bi taybetî jî di van êrişên li dijî jinên kurd ên têkoşer ku tên kirin de jinên rojnameger jî hedef tên girtin. Li gel ku hîna sedema binçavkirina wan nayê zanîn ji oparasyonên berê jî diyar e ku şopandina nûçeyê ya hevalên me wekî delîlên sûc di dosyayayan de cih digire.   Vê sibehê di oparasoya ku li Amedê pêk hat de li gel ji 20 zêdetir jinên ku li qadên cuda dixebitin nûçegihana JinNewsê û endama Platformê Bêrîtan Canozer jî mînaka vê ya dawî ye. Bêrîtan a ku bi nûçeyên amade kirine tê nasîn, ji ber nûçeyên ku şopandine hedef hatiye girtin. Em wekî Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê bersîva me li dijî zîhniyeta zailaman, daraza zilam û îqtidara zilam wê berxwedan be.    Li ser vê bingehê di serî de hevala me Bêrîtan Canozer, ji bo hemû jinên ku têkoşîna wan hêcet hatiye nîşandan û hatine binçavkirin bang dikin ku demildest werin berdan."