Warê nebatên endemîk Meletiyê dibe qurbana 'madenvaniya hovane' 2021-04-06 09:01:05 MELETÎ - Berdevkê MAL-ÇEP'ê Halît Yucel, bal kişand ser tunekirina xwezaya Meletiyê û got: "Xwezaya Meletiyê dibe qurbana rantê. Em mecbûr in hevsengiya xwezayê biparêzin."  Li Meletiyê û derdora wê bi sedan nebatên endemîk û candarên kûvî hene. Lê belê ev nebat û candar niha bi gefa kanên madenan re rû bi rû ne. Ji 1'ê Çileya 2018'an heya 1'ê Adara 2021'ê li Meletiyê ji bo çêkirina kanên madenan 907 serlêdan hatine kirin û heya niha 496 kanên madenan hene. Li dijî texrîbkirina xwezaya Meletiyê di 29'ê Îlona 2020'î de Platforma Hawirdor û Çandê ya Meletiyê (MAL-ÇEP) hat avakirin. Platformê li dijî texrîbkirina xwezayê êniyên herêmê serwext dikin û heya niha 120 sazî piştgiriya platformê kirine.    Berdevkê MAL-ÇEP'ê Halît Yucel rewşa bajêr û derdora wê nirxand.    Yucel, destnîşan kir ku ji roja ku platform ava kirine heya niha di warê bidestxistina daneyên derbarê fealiyetên madenan de xehmtiyê dikişînin û got: "Hin agahî nayên parvekirin. Me ji bo vê serî li Walîtiya Meletiyê da. Walî jî tenê lîsteya kanên keviran û qûmê da me. Lê ji bo lîsteya madenên din ji me re got, divê hûn serî li Midûriyeta Maden û Petrolê (MAPEG) bidin. Me jî bi rêya nûnertiya xwe ya Enqereyê daxwaznameyek şand. Lê bersivek neyînî hat."    Yucel, bilêv kir ku bi qanûna 5177 ku di sala 2004'an de hatiye çêkirin, hin îmtiyaz bi dest kardêran ketine û piştî van îmtiyazan şîrketên biyanî ji bo madenan berê xwe dane herêmê. Yucel, destnîşan kir ku ji sedî 90'ê şîrketên li zêran digerin, şîrketên biyanî ne û got: "Li Meletiyê liv û tevgereke zêde heye ji bo lêgerîna madenan."    ‘GEL DIXAPÎNIN'    Yucel, anî ziman ku şîrketên ku li herêmê li madenan digerin welatiyan dixapînin û got: "Dibêjin, em li komirê digerin. Dibêjin, av derkeve dê bidin gelê herêmê. Gava me ji wan pirsî ji bo komirê hûn ê çend metroyan bikolin, ji me re gotin 860 metre. Di kûrahiyeke wisa de komir bê dîtin jî, derxistina wê pir zehmet e. Av be jî, li gor rêziknameya avên bin erdê, ev av aydê dewletê ne. Yanî erkeke wan î ku avê bidin tune ye. Ava 800 metre di bin erdê de, dê daran hişk bike. Ê mirov pê nexweş bikevin."    ‘KOÇBERIYÊ FERZ DIKIN'    Yucel, diyar kir ku piştî ku welatî serwext bûne, şîrketên li madenan digerin jî diçin destûreke taybet ji DSÎ'yê digirin û dest bi sondajê dikin û got: "Ji me re dibêjin 'em li komirê digerin.' Li herêma Erguvanê, komir heye û mirov dikare bibêran derxîne. Lê ji ber ku bêqîmet e, kes berê xwe nadê. Gel naxwaze li herêmê maden bênd erxistin." Yucel, anî ziman ku maden avên bin erdê jehrî dikin û du hefte berê li gundê Dedeyaziyê yê navçeya Wêranşarê, şîrketên madenê rêya gundiyan girtine û welatiyan jî giliyê wan kirine. Yucel, bilêv kir ku ji ber ku qadên jiyanê tên texrîbkirin welatî koç dikin, ji lew re fealiyetên madenan bandoreke nebaş li çandinî û sewalvaniyê dikin.    PARASTINA HEVSENGIYA XWEZAYÊ    Yucel, diyar kir ku ji sedî 25'ê mişmişên ter ên cîhanê û ji sedî 85'ê mişmişên hişk ên cîhanê li Meletiyê tên hilberandin û got: "Lê belê ji ber madenan zirar digihê wan û kêzikên zêde dibin. Dar hişk dibin. Hilberîner her sal darên hişkbûyî dibirin. Tenê ne mişmiş, li Meletiyê 354 jê endemîk 890 celebên nebatan hene. Ev nebatên endemîk bi gefeke mezin re rû bi rû ne. Çeşidariya biyoyê dibe qurbana madenan. Ê piştî wextekê maden nemînin, lê wê ew nebatên endemîk hew în bên. Bi tunekirina qada jiyanê ya candaran mirov li madenan nagere. Ev xweza, pêşeroja me ye. Kaniyên li Meletiyê ziwa bûne. Asta ava bendavan nîvî nîvî kêm bûye. Zivstanê jî baran nabare. Ji bo jiyaneke baş ji nifşên nû re bimîne, em mecbûr in hevsengiya xwezayê biparêzin."    Yucel, destnîşan kir ku bi madenvaniya hovana hevsengiya xwezaya Meletiyê serobino bûye û got: "Xwezaya me ya hemûyan tê talankirin."    BANGAWAZÎ   Yucel ji bo parastina xwezayê bang li hemû meletiyan kir ku di bin banê platformê de bên cem hev du û got: "Em bang li hermû hawirdorparêzan dikin ku tevli MAL-ÇEP'ê bibin û em bi hev re jiyanê biparêzin."    MA / Emrûllah Acar