'Di 15 rojên pêş de dibe ku hejmara miriyan zêde bibe' 2021-04-06 09:01:08 MÊRSÎN - Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Mehmet Antmen, bal kişand ser hejmarên pêketiyan ku Wezareta Tenduristiyê belav dike û diyar kir ku dibe ku di rojên pêş de hejmara miriyan zêde bibe.  Li gor tabloya Covîd-19'ê ya 27 Adar-2 Nîsan a Wezareta Tenduristiyê, li Mêrsînê ji 100 hezar kesî 122.7 bi Covîd-19'ê dikevin. Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Mehmet Antmen, rewşa bajêr a di warê pandemiyê de nirxand.    Antmen, anî ziman ku di serê Adarê de hejmara pêketiyan ji 100 hezarî 90 kes bû, lê belê piştî 4 hefteyan ev hejmar bûye 100.    Antmen, diyar kir ku li Mêrsînê rewşa nav malê nayê kontrolkirin û ji sedî 60'ê pêketiyan ji temam nav malê pêketine. Antmen, da zanîn ku niha nexweşxaneyê bajêr tije bûne û ji bo polîtîkayên derbarê pandemiyê de jî ev tişt gotin: "Ji welatiyan re dibêjin 'li malê bin, dikanên xwe bigirin, nexebitin, neçin parakan...' Lê radibin li hêwanekê bi 10-20 hezar kesî kongreyê li dar dixin."    16 MILYON DERZÎ HATIN    Antmen, diyar kir u hikûmet mehê carekê polîtîkaya xwe ya tenduristiyê diguherîne. Antemn, anî ziman ku hikûmetê gotibû ji meha Çileyê heya Adarê dê 50 milyon derzî bên Tirkiyeyê, lê belê heya niha tenê 16 milyon derzî hatine. Antmen, destnîşan kir ku heger rewş wiha bidome, dê sala 2021'ê jî wisa dewam bike û got: "Welatî nikarin nan bibin malê. Ma yê mirov çawa bi hezar û 149 TL'yî debara xwe bike? Lewma mirov ji mecbûrî derdikevin derve. Ne rast e ku mirov welatiyan sûcdar bike. Heger kesên welêt bi rê ve dibin, guh lu gotinên xwe bikin ê rewş baş bibe."    DIBE KU HEJMARA MIRIYAN ZÊDE BIBE!    Serokê Odeya Bijîşkan Antmen bal kişand ser tabloya daneyên derbarê Covîd-19'ê de jî ku Wezareta Tenduristiyê her roj parve dike û destnîşan kir ku dibe ku di 15 rojên pêş de hejmara miriyan zêde bibe.    MA / Omer Akin