Li Girtîgeha Xarpêtê serdegirtina qawişan: Gardiyanan li girtiyan dan 2021-04-06 11:00:32   XARPÊT – Li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, gardiyanan bi ser qawişan de girtin û li 3 girtiyan dan.   Li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, gardiyanan bi ser qawişan de girtin û li 3 girtiyan dan. Girtiyên ku bi malbatên xwe re bi telefonê axivîn, agahî dan ku gardiyanan li girtiyê nexweş Mahmût Çakmak (60) dane û laşê wî mor kirine. Her wiha girtiyan ragihand ku bi hinceta pandemiyê gardiyanan serdegirtinên qawişên wan ji xwe re kirine karekî rûtîn.   Malbatan, diyar kir ku li dijî binpêkirinên mafan dê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bidin.