MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e 2021-04-06 12:18:25   AMED - MED-DER'ê binçavkirina hevseroka xwe Şîlan Elmas Kan û aktîvîstên jin ên din duh ku hatibûn binçavkirin şermezar kir. MED-DER'ê anî ziman ku desthilatdarî dixwaze bi van operasyonan têkoşîna jinan lawaz bike û ew binçavkirina Şîlan Elmas Kan jî wek bêtehemiliya dewletê ya li dijî ziman dibînin.    Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hat destpêkirin duh polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtibû û li mala gelek aktîvîstên jin lêgerîn pêk anîbû. Di operasyonê de Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamya (MED-DER) Şîlan Elmas Kan û rojnamevan Bêrîtan Canozer û Dayika Aştiyê Nezahat Teke jî di nav de 22 jin hatibûn binçavkirin. Biryara nepeniyê danîne ser dosyeya her 22 jinan û li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Nerazîbûnên rêxistinên jinan û gelek saziyan li dijî binçavkirina jinan didome.    MED-DER'ê bi armanca şermezarkirina binçavkirina hevseroka xwe û jinên din li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî, Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adale Kaya, rêveberên DBP'ê û HDP'ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rêveberên MED-DER'ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevserok Rifat Ronî ewil di civînê de axivî û destnîşan kir ku gelê kurd her roj çavê xwe bi qirkirina siyasî vedike û operasyona li dijî jinan pêk hatiye şermezar kir.    Piştî axaftina Ronî, rêvebera MED-DER'ê Dîlan Guvenç metna daxuyaniyê xwend. Berfirehiya metna daxuyaniyê wiha ye:    "Gelên vî welatî her roj çavên xwe bi operasyoneke qirkirina siyasî ya ku li hemberî hêzên muxalîf û demokratîk pêk tê vedikin.   Ji 22’yê Gulana 2020’î û vir ve, li Amedê hem li ser Komeleya Jinan a Rosayê hem jî li dijî têkoşîna jinan êrişên hovane ku bi armanca şikandina vîna jinan tên meşandin, gihîştine asta herî jor û êdî kêr gihiştiye hestî. Di van êrişan de hemû jinên xwedî vîn ku ji bo parastina nirx, rûmet û destkeftiyên demokrasiyê têdikoşin, di hedefa desthilatdariya faşîst de ne.   DIXWAZIN TÊKOŞÎNA JINAN LI NAV ÇAR DÎWARAN ASÊ BIKIN    Li hemû jinên ku baweriya xwe bi demokrasî aştî û azadiyê anîne û ji bo maf û azadiyên gelan têkoşînê dimeşînin, bi dehan doz hatine vekirin û bi sûcdariyên bêbingeh û bêhuqûqî bi salan ceza li wan tên birîn. Dixwazin bi van êrişan komeleya Rosayê û bi tevahî komeleyên demokrarîk îlegal nîşan bidin û krîmînalîze bikin ev 5 hezar sal in, bi kevneşopiyên civaka baviksalarî hemû maf û azadiyên jinê tên binpêkirin, hebûna jinan tê înkarkirin. Niha jî, vê rol û rista înkar û tune hesibandina mêrane ya li hemberî jinan, ji aliyê dewletê ve di meriyetê de ye û raste rast bi destê dewletê tê meşandin. Bi van binçavkirin û girtinan dixwazin vîna jinan û têkoşîna wan di nava çar dîwarên malê û zindanê de were asêkirin û şikandin. Bila desthilatdar baş zanibin ku ev berpêbûn, zext, zor, tundî, binçavkirin û girtin dê nikaribin bi me paşde gav bidin avêtin.   DIXWAZIN TÊKOŞÎNA JINAN LAWAZ BIKIN    Ev operasyonên ku bi armanca lewazkirina jinan pêk tên, dê têkoşîn û biryardariya xwedîderketina li maf, azadî, nirx, rûmet û destkeftiyên demokrasî û azadiyê xurtir bike. Baş tê zanîn ku ev operasyon û berpêbûnên li hemberî têkoşîn û azadiya jinan, bingeha wêrekiya xwe ji vekişîn û betalkirina Peymana Stenbolê digirin. Em jin jî, bi yek dil û yek dengî dibêjin Peymana Stenbolê ji bo me xeta sor û jêneger e. Heta ku ev peyman dîsa bikeve meriyetê, em ê li qadan bin û têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Desthilatdar, kujerên ku qirkirina jinan pêk tînin serbest berdidin. Van kujeran dest û milê xwe diweşînin û di nava gel û civakê de serbest digerin. Yên ku bi wijdan û exlaq tevdigerin, li dijî tundiya li ser jinan têkoşînê dimeşînin hedef tên nîşandan, tên binçavkirin û girtin, bi sûcdariyên bêbingeh û bê hiqûqî tên cezakirin.   Di operasyona 5'ê nisana 2021’an de bi fermana dozgeriya Amedê, biryara binçavkirina 33 jinên siyasetmedar ên ku li nirx, rûmet û destkeftiyên demokratîk derdikevin hatiye dayîn û 22 jin hîn jî di bin çavanda ne. Ji jinên binçavkirî yek jî hevseroka MED-DER'ê birêz Şîlan Elmas Kan e ku 28' adarê weke hevseroka MED-DER'ê hatibû hilbijartin.   BÊTEHEMILIYA DIJÎ ZIMAN E    Em binçavkirina Şilan Elmas Kan di hemen demê de wekî  bêtehemiliya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî dibînin û dinirxînin. Ev helwesta dewletê jî nêzîkatiya li hemberî zimanê kurdî bi zelalî nîşan dide û li ber çavan radixe. Divê Hevseroka MED-DER'ê û hemû jinên siyasetmedar ên binçavkirî demildest serbest bên berdan.   Em ê li hemberî van bêhuqûqiyan li qadan bin, tu car dev ji daxwaza xwe ya maf û azadiyên bingehîn û edaletê bernedin.   Her zimanek jiyanek, her jiyanek dewlemendiya cîhanekê ye. Jiyana hemû gelan bi zimanê wan dixemile, dikemile, tekûz dibe. Ziman nebe, azadî tune ye. Azadî nebe jiyan jî tune ye.   Zimanê me rûmeta me ye! Zimanê me hebûna me ye! Bêziman jiyan nabe! Jin Jiyan Azadî!"