Dozger xwest rojnamevan Alphan were cezakirin 2021-04-06 13:25:37   STENBOL - Dozger di danişîna ewil a doza rojnamevan Melîs Alphan ku bi hêceta wêneyê “Newroz Pîroz Be” parve kiribû û tê darizandin ceza xwest.    Rojnamevan Melîs Alphan di hesabê xwe yê medya civakî de wêneyê Newroza 2015’an bi peyama “Newroz Pîroz Be” belav kiribû. Ev parvekirina Alphan bû sedema lêpirsînê û bi îdiaya “propaganda rêxistinê” doz lê hat vekirin. Danişîna ewil a doza Alphan li 32’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Alphan û parêzerên Alphan amade bûn. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û gelek rojnamevanan dozê şopandin û pişgirî dan Alphan.    Alphan di parastina xwe de got vî wêneyê wê parve kiriye di tevahiya televîzyonan de û heta di TRT’ê de jî hatiye belavkirin. Alhan anî ziman ku heke ev wêne sûc be divê nîvê çapemeniyê li vê dadgehê were darizandin. Alphan got wê tu sûc nekiriye û xwest were beraetkirin.    Parêzerên Alphan jî parastina miwekîla xwe kirin û gotin divê wêne di çarçoveya azadiya derbirînê de were nirxandin û xwestin were beraetkirin.    DOZGER CEZA XWEST    Piştî parastinan dozger biryara xwe pêşkêş kir û xwest Alphan ji sûcê “propaganda rêxistinê” were cezakirin.    Alphan û parêzerên xwe ji bo parastina li dijî biryara dozger bikin dem xwestin. Şandeya dadgehê daxwazê qebûl kir û danişînê taloqî 21’ê gulanê kir.