Cezayê dîsiplînê dan Hevşaredarê Xîzanê 2021-04-06 16:17:58   AMED – Bi hinceta ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûye, rêveberiya Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê cezayê dîsiplînê li Hevşaredarê berê yê Xîzanê Îhsan Ûgûr birî qedexe kir ku heta mehekê Ûgûr derkeve aktîvîteyên civakî.    Hevşaredarê berê yê Xîzanê Îhsan Ûgûr ê BDP’î ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê girtî ye, duh bi malbata xwe re hevdîtin girtî pêk anî û agahî da ku bi hinceta tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûye cezayê dîsiplînê lê hatiye birîn. Ûgûr, ji malbata xwe re ragihand ku ji ber vê tevlîbûnê grevê heta mehekê hatiye qedexekirin ku derkeve aktîvîteyên civakî û ji ber berzkirina dûrişmeyan jî derbarê wî de lêpirsîna dîsiplînê hatiye destpêkirin.