Mamosteya ku nivîsa nijadperest belav kir ji pirsên ajansa me reviya! 2021-04-06 16:30:57   MÊRDÎN - Li Nisêbînê Buşra Tarim a mamostetiyê dikir di Twitterê de twîtek nijadaperest li dijî kurdî parve kir. Tarim pirsên derbarê parvekirina nijadperest de bêbersiv hişt. Hevserokê Şaxa Egîtîm  Sena Mêrdînê Mustafa Bozan got bûyer ne bûyerek bi tena serê xe ye û parvekirinek bîrdozî ye.    Buşra Tarim a li lîseya gundê Girêmîra ya girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku mamostetiya matematîkê dike, di Twîtterê de twîtek nijadperest a nivîsa “Êdî tayîna min dikare derkeve Xwedê. Tehemila min li hember axaftina kurdî ya van mirovan nemaye” parve kir. Piştî vê parvekirinê li ser medya civakî bi hezaran kes nerazîbûna xwe anî ziman. Kêliyek şûn de Tarim neçar ma ku hesabê xwe yê Twitterê asê bike. Ev parvekirina nijadperest ne bes bû vêcarê Qeymeqamtiya Nisêbînê daxuyaniyek ku wê mamosteyê diparast belav kir.    Qeymemaiyê li ser hesabê Twitterê yê fermî daxuyanî da û îdia kir ku ew parvekirin “bêyî agahiyê wê hatiye kirin” û xwest wisa vê mamosteya nijadperest biparêze.    Vê carê xelkê li ser medya civakî bertek nîşanî daxuyaniya Qeymeqamiyê da. Qeymeqamiyê jî li ser nerazîbûna xelkê vê carê daxuyaniya ku dabû ji ser hesabê xwe yê Twitterê rakir.    EGÎTÎM SENÊ GILÎ KIR    Wek din saziyên fermî derbarê mijarê de tu daxuyaniyek nedan. Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxa Mêrdînê derbarê Buşra Tarim de li Serdozgariya Mêrdînê gilî kir.    EW MAMOSTE JI PIRSAN REVIYA    Me wek ajans xwe bi rêya telefonê gihand Tarim a wê parvekirinê kiribû. Buşra Tarim pirsên ajansa me bêbersiv hişt û jê reviya. Tarim a ku ji pirsên ajansê reviya ket pey ku nimreya wê ji ku hatiye peydakirin û gefa “hûnê daxuyaniya xwe ji cihê pêwîst re bidin” li nûçegihanê me xwar.    EGÎTÎM SEN: BÛYEREK BÎRDOZÎ YE    Hevserokê Egîtîm Senê ya Şaxa Mêrdînê Mustafa Bozan jî derbarê mijarê de diyar kir ku wan wan têkildarî wê parvekirina Tarim gilî kirine û ew ji bo parvekirinek wiha matmayî nemane çimkî demek dirêj e kurd bi nêzîkatiyên wiha re rûbirû dimînin. Bozan got beriya niha jî parvekirin û kirinên wiha li bajarên herêmê rûda ne û ji ber ev kes mamosteye wan xemgîn kiriye. Bozan anî ziman ku bûyer ne bi tena serê xwe hatiye kirin û got: “Dema em bi berfirehî li ser vê meseleyê disekinin, dibînin ku bûyerek bîrdozî ya faşîzmê ye. Ev meselek bi ruhê derûnî yê kesekî ve ne girêdayî ye. Pir eşkere xuya dike ku meseleyek bîrdozî ye. Ev rewş li tevahiya Tirkiyê belav bûye. Ji siyasetmedaran bigire heta karsazan û heta qademeyên perwerdehiyê û hîndekariyê mervi dikare tiştên wiha bibîne. Ev tenê ne ji aliyê kesekî ve hatiye kirin, ev bûyerekî bîrdozî ye. Ev bîrdozî li Tirkiyê belav dibe. Bi rêya çapemeniyê û bi destê siyasetmedaran tê belavkirin.”    MA / Ahmet Kanbal