Dixwaze herdu kurên wê yên girtî û nexweş bên berdan 2021-04-07 09:01:10 COLEMÊRG - Safiye Geylanî bi salan e nikare du kurên xwe yên girtî û nexweş bibîne. Dayik Geylanî xwest kurên xwe bibîne û got: "Êdî bes e, bila ev zilm biqede."   Li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş her diçe xirabtir dibe. Yek ji van girtiyan Mûstafa Geylanî (52) û birayê wî Rahmî Geyalnî ye. Mûstafa Geylanî di Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 2'yan û birayê wî Rahmî Geylanî jî di Girtîgeha Sîlîvrî ya Tîpa L'yê de ye.    Mûstafa Geylanî di 5'ê Adara 1999'an de li Gurcîstanê hatiye zevtkirin û paşê radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Ewilî cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û paşê cezayê îdamê veguheriye cezayê muebeda giran. Nexweşîna qelb pê re heye û ji ber vê anjiyo bûye.    Birayê wî Rahmî Geylanî jî di 6'ê Adara 2018'an de li navçeya Şemzînanê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatie birîn. Di sala 2018'an de li dijî tcerîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê û piştî grevê nexweşîna gurçikan û, nexweşîna romatîzma û şekir lê peyda bûye.    Dayika wan Safiye Geylanî xwest zarokên wê bên berdan.    BI SALAN E EW NEDÎTINE    Dayik Geylanî got: "Kurê min Mûstafa têra xwe cezayê xwe kişandiye. Ma ê hîn çi bikişîne? Kurê min nexweş e, dixwazim bê berdan. Ne ez ne jî bavê wî êdî hew deyax dikin. Nikarim biçim girtîgehê cem wan jî. Bila zarokên me berde. Bila dayik bigihên zarokên xwe. Êdî bes e, bila ev zilm biqede. Êdî nikarim biçim her du kurên xwe jî bibînim. Çokên min diêşin. Nikarim ev qas rê biçim. 2 sal in nikarim biçim cem wan. Yek jê li Xarpêtê ye, yek jê jî li Stenbolê ye. Bavê wan jî nexweş e, 6 sal in zarokên xwe nedîtine."    BANG LI WEZARETA DADÊ KIR    Dayik Geylanî bang li Wezareta Dadê û rayedaran kir û got: "Zarokên min nexweş in. Rehmî, organên wî ziwa bûne. Divê emeliyat bibe. Bi salan em dûrî wan in. Êdî bes e, dengê me bibihîsin."