Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e 2021-04-07 09:01:13 ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya Hanim Eren 25 sal berê di binçavan de bi îşkenceyê hatibû kuştin. Tevî ku 25 sal derbas bûne hêj faîl nehatin dîtin û hesab nedane. Hevjîna Eren, Osman Eren derbarê bûyerê de got: “Dewlet deyndarê min e.”  Di salên 1990'î de li bajarên Bakurê Kurdistanê hêzên tarî ku erkê ji dewletê digirtin li ser kar bûn û însanan dikuştin, îşkence dikirin û direvandin. Di wan salan de kurd êdî bi awayek xurt derdiketin qada siyasetê û daxwaza mafên xwe dikirin. Lê dewletê wek îro li ser stratejiya înkar û îmhakirina kurdan dest bi faliyetên kuştin û revandina însanan kir. Ev polîtîkayên kuştin û windakirina siyasetmedar, zana, rojnamevan, xebatkar, pêşeng jî di nav de bi sedan welatiyan bi hevkariya JÎTEM û kontragerîla dihatin kirin.    Di salên 90'î de van hêzên tarî yên wek JÎTEM, kontragerîla, hîzbûllah kuçe û meydanên li Kurdistanê veguherandibûn gola xwînê. Li gorî hin daneyan tê gotin di salên 90’î de bi hezaran kes di binçavan û bi îşkenceyê hatine windakirin.    25 SAL IN FAÎLÊN WÊ NEHATINE DÎTIN    Yek ji van însanên di binçavan de bi îşkenceyê hat kuştin jî Hanim Eren bû. Eren a 46 salî di sala 1996’an de bi hevjînê xwe Osman Eren re di 25'ê îlona 1996'an de li taxa Barbaros ya navçeya Silopiya Şirnexê hatibû binçavkirin. Li gorî saloxdayînan Eren di encama îşkenceya giran a li Miduriyeta Polîsan a Silopiya de jiyana xwe ji dest daye. Piştî mirina Eren, polîs dikevin nav hewledanê da ku mirina wê wekî xwekuştinê nîşan bidin. Polîs ji hevjînê Osman Eren ku di binçavan de bû re dibêjin “Bibêje PKK'ê kuştiye.” Lê malbata Eren vê qebûl nake. Tevî ku di ser bûyerê de 25 sal derbas bûn jî lê hin jî kujer ango faîl nehatine dîtin û malbata Eren li benda edeletê ye.   Osman Eren têkildarî bûyera hatibû serê wan ji ajansa me re axivî.    'MIN JI WAN BAWER NEKIR'    Eren anî ziman ku hevjîna wî bi îşkenceya polîsan hatiye kuştin û wiha got: “Ew roj tu caran ji ber çavê min naçe. Rojekî ez ne li malê bûm. Çûbûm gund ji bo pembû kom bikim. Êvarê ez hatim malê ku cendirmeyan pirsa min ji malbatê kirine. Min jî tiştek nekir. Serê sibehê bi ser malê min ve girtin. Min û hevjîna min binçav kirin. Dûv re em birin emniyetê. Em sê şevan li emniyetê man. Şeva 3'yê hatin hevjîna min birin. Pişt re serê sibehê hatin min jî birin qata jor. Heta serê sibehê min li wir sekinandim. Min ji wan re got, 'Ev der ne cihê yên weke min e, ev çend roj in ez li vir têm sekinandin'. Gotin, 'Wê niha kesên berpirsyar bangî te bikin.’ Pişt re bang li min kirin. Min lê mêze kir hemû tiştên min li ser maseyê bûn. Ji min re gotin, 'Hevjîna te bi cilên xwe duh di binçavan xwe xeniqandiye û em pê hesiyane û me rakiriye nexweşxaneya Amedê'. Pişt re gotin, 'Em ê hejmara nexweşxaneyê bidin te tu bixwazî here Amedê mirî be, saxbe em nizanin'.  Min jî ji wan re got, 'Ez nikarim biçim Amedê’. Min ji wan bawer nekir.  Li gel vê gotina min ji min re gotin, 'Here malê'. Ez jî hatim malê."    ‘DEWLETÊ HEVJÎNA MIN KUŞT’    Eren diyar kir piştî hevjîna wî hatiye kuştin jî lê polîs jê nesekinîne û jê xwestine ku terka welat bike û heke neke ew ê jî were kuştin. Eren destnîşan kir ku cenazeyê hevjîna wî di bin dorpêça polîsan de veşartine û got: “Mala me û mizgeft ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Heta serê sibehê mala me di bin dorpêçê de bû. Piştî ku polîs çûn me cenazeyê xwe veşart. Hevjîna min kuştin û ji bo ku nebêjin wan kuştine cenaze bi zanebûn şandin Amedê. Li ser cenazeyê wê şopên îşkenceyê hebûn. Hemû laşê wê reş û şîn bûbû. Mêjiyê serê wê bi kincên wê ve mabûn. Emniyetê got, 'Xwe bi kincên xwe xeniqandiye’. Lê hevjîna min ne yeke wisa bû ku xwe bikuje. Mirovek wê çawa bikaribe xwe bi kincên xwe bikuje? Ez bawer nakim. Ez ê çawa bawer bikim ku hevjîna min xwe bikuje."   'EZ 25 SAL IN LI BENDA EDELETÊ ME'    Eren destnîşan kir ku ew dixwazin ew kesên ku bûne sedemê mirina hevjîna wî bila hesab ji wan bê xwestin û wiha got: “2 zarokên min wenda bibûn û me nedizanî ku ve çûbûn. Her carê dihatin pirsa van ji me dikirin. Di wê pêvajoyê de ez 13 caran hatim binçavkirin. Di van 13 caran de 12 caran bi ceyranê hatim îşkence kirin. Ez tazî dikirim û pişt re ez hilawîstim û ava cemidî di laşê min de dikirin. Ez wan rojan tu caran jibîr nakim. Heger ez bimrim ancax ji bîra bikim. Zilma ku dewletê li min kiriye tu kesî li min nekiriye. Edelet ji her kesî re lazim e. Ev 25 sal di ser qetilkirina hevjîna min de derbas bûn. Lê hin jî kesên ku hevjîna min kuştin nehatine darizandin û hin jî kujerên wê nehatine dîtin. Em şer naxwazin. Em dixwazin ku êdî aramî û aştî pêk were. Ev 25 sal in em li benda edeletê ne. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Dewlet deyndarê me ye."   MA / Zeynep Dûrgût