Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne 2021-04-07 09:01:15 ŞIRNEX - Li Şirnexê bi giştî cenazeyê 48 endamên HPG û YPS'ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li 2 goristana bêkesan ên li bajar hatine veşartin. Li navenda Şirnex û navçeya wê Cizîrê, di navbera salên 2015 û 2016'an de di pêvajoya qedexeyên derketina derve de, endamên HPG û YPS'ê ku jiyana xwe ji dest dan, li goristanên bêkesan hatin definkirin. Ji van endaman gelek ji wan nasnameyên wan nehatine tespîtkirin û li 2 goristanên bêkesan ên li bajar hatibûn veşartin. Ji van goristanan yek jê li Taxa Komûtlarê ya navenda Şirniyê û ya din jî li Taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê ye. Li her du goristanan 48 cenazeyên ku nasnameyên wan nehatine tespîtkirin hene. Li goristana Şirnexê 36 û li goristana Cizîrê jî 12 cenaze veşartî ne.    CENAZE LI SER HEV VEDIŞÊRIN   Li goristana Şirnexê cenaze bi rêbazên li dijî mirovahiyê hatine definkirin. Ev rêbaza dijmirovane bala şêniyên li herêmê jî dikêşîne. Şêniyan ku ji ber ewlehiyê nexwestin ku navên xwe bidin, dan zanîn ku di rojên dawîn de gelek cenaze di saetên şevê de bi awayekî ne mirovane di goristanê de li ser hev têm definkirin. Şêniyan bi vê gotinê bertek nîşanî vê hovîtiya ku tê kirin dan: "Ev tişt ji bo hemû mirovahiyê şermeke mezin e."    LI CIZÎRÊ 12 CENAZE HENE   Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, li navçeya Cizîrê jî dema qedexeya derketina derve 177 jê di jêrzemînên 3 avahiyan de bi giştî 288 kes hatine qetilkirin. Cenazeyên hin ji van kesan piştî bi mehan ji malbatên wan re hatin şandin. 12 kesên ku dema qedexeyan jiyana xwe ji dest dan û hê nasnameyên wan nehatine tespîtkirin li taxa Yafesê li goristana bêkesan hatine veşartin. Cenazeyên 14 kesan jî li gel ku di ser qetilkirina wan re 5 sal derbas bûne jî hê winda ne û nayê zanîn ku li kuder in.      MA / Zeynep Dûrgût