Li kesên ku danezana Newrozê belav kirin cezatê pere birîn 2021-04-07 11:17:42   ESKÎŞEHÎR – Li Eskîşehîr li 3 HDP’iyên ku beriya pîrozkirina Newrozê danezanên Newrozê belav kirin 39 hezar û 711 TL cezayê pere hat birîn.      Li Eskîşehîrê, li 3 HDP’iyên ku beriya pîrozkirina Newrozê ya bi destûra walîtiyê danezanên Newrozê belav kirin 39 hezar û 711 TL cezayê pere hat birîn. Ji bo cezayê ku ji aliyê cendirmeyan ve li HDP’iyan hat birîn weke hincet jî “qanûna qebehatan” hat nîşandan. HDP’iyan cezayê ku li wan hat birîn îttîraz kirin.