3 roj in 22 jin di bin çavan de tên girtin 2021-04-07 12:08:51   AMED – 22 jinên ku li Amedê hatin binçavkirin, 3 roj in li miduriyeta polisan tên girtin. Parêzer Ozum Vûrgûn, diyar kir ku heqaret li jinan tê kirin û dê giliya polisan bikin.      Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de biryara binçavkirina nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî hatibû dayîn. Di çarçoveya vê lêpirsînê de roja duşemê polisan bi ser Komeleya Jinan Rosayê û gelek malên jinan de girtin û 22 jin binçav kirin. Ji ber biryara nepeniyê ya li ser dosyayê derbarê lêpirsînê de agahî nayên bidestxistin û 3 roj in 22 jin li Miduriyeta Polisan a Amedê tên girtin.      Hat hînbûn ku duh di bin çavan de polisan heqaret li jinên di bin çavan de kirine. Hat diyarkirin ku ji ber rewşa wê ne baş bûye jinekê xwestiye ku derî bên vekirin lê polisan bi hinceta pandemiyê destûr nedaye vê yekê û derî venekirine.      GEFA ‘HÛN BIBIN MIROV’    Dema ku jinan bi armanca şermezarkirina vê rewşê şermezar li deriyan dane û deng derxistine, polisên jin û zilam hatine nezaretxaneyê û memeleya xebar li jinan kirine. Hat ragihandin ku polisekî zilam ku xwe weke şef daye nasîn bi awayekî tund li derî daye û ev gef xwarine “Em ê mirovatiyê hînê web ikin, hûn ê bibin mirov. Hûn ê çawa bibin jin, ez ê girteka we bigirim.”   Her wiha hat hînkirin ku polisekî zilam li odeya bi nimreya 8 bi ser jinekê de çûye û li gel ku rewşa wê ne baş e jî wê ranekirine nexweşxaneyê.      GILÎ KIRIN   Parêzera jinan Ozum Vûrgûn, tiştên ku hatine serê jinan vegot û diyar kir ku têkildarî mijarê bi dozgerê nobedar hevdîtin kiriye û li gel gilîkirinê jî tu kirarî neyatiye kirin. Vûrgûn, destnîşan kir ku piştre Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin li serdozger geriyaye û gotiye ku bi amîrê dosyayê re axiviye. Vûrgûn, da zanîn ku dê weke Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji ber memeleya xerab dê giliya polisan bikin.   Herî dawî Vûrgûn bi lêv kir ku biryara nepeniyê ya li ser dosyayê didome û got ku rewşa jinan baş e.