Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî 2021-04-07 12:43:18   AMED - Dadgehê bi hêceta endamtiya KJA û KURDÎ-DER'ê yên hatin girtin 6 sal û 3 meh ceza li endama Meclîsa HDP’ê Halîde Turkoglû birî.    Danişîna doza endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halîde Turkoglû ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de Turkoglû û parêzerê wê Mehdî Ozdemîr amade bûn. Dozgerê ku mutaalaya xwe ya di danişîna beriya niha de dubare kir xwest Turkoglû ji endamtiya Konreya Jinên Azad (KJA) û Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ên bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibûn girtin bê cezakirin.   ‘SÛC NÎNE’   Parêzerê Turkoglû, Mehdî Ozdemîr diyar kir ku çalakiyên ku muwekîla wî tevli bûye divê ne di çarçoveya sûc de bê nirxandin û wiha got: “Ne gengaze ku ji endamtiya rêxistinê bê cezakirin.” Ozdemîr da zanîn ku endamtiya komeleyan û çalakiyên muwekîla wê ne sûc in û daxwaza beraetê kir.   Şandeya Dadgehê, piştî navbereke kurt 6 sal û 3 meh cezayê zindanê li Turkoglû birî.