Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan 2021-04-07 14:25:21   ERZIROM - Hevşaredarê Qereyaziyê Bûrhanettîn Şahîn, di danişîna xwe ya 2’yemîn de, nehat berdan.    2’yemîn danişîna doza Hevşaredarê Navçeya Qereyazî ya Erziromê Bûrhanettîn Şahîn ê  ji peywirê hat dûrkirin, Mahmût Çîmendag, Mehmet Kaya, Mûhammed Fadûllah Kamiş û Emrah Polat ên girtî tên darizandin, Fesîh Polat, Adil Bîngol, Pinar Ozcan û Mehmet Saît Ozcan ên negirtî tên darizandin, hat dîtin. Danişîna doza bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê hat dîtin. Girtî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Parêzer jî di danişînê de amede bûn.    Hevşaredar Bûrhanettîn Şahîn, îfadeya xwe ya di danişîna berê de da bû, dubare kir û daxwaza berdana xwe kir. Girtiyên din jî daxwaza berdana xwe kirin.    Dadgehê piştî parastina parêzeran, biryar da ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û danişîn taloqî 23’yê Hezîranê kir.