Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn 2021-04-08 09:00:35 AMED - Di nav kavilên taxên Sûrê yên hatin hilweşandin de kulîlkên biharê aj dane. Kavilên dîwarên sûran û ev rengê biharê her çiqas harmoniyek xweş radixe ber çavên mirovan jî lê ew îhtîşama berê nîne.  Bajarê qedîm Sûr bi ser Çemê Dîcleyê ve ponijiye. Lê bihûrî havînek germ, payîzek reng zer û zivistanek ziwa. Dîsa hat bihar û dîsa ev demsala xweşik ponijiye bi ser keziyê Dîcleyê ve. Li jêra sûran ango bedenên Amedê deştek ne biçûk û ne jî mezin heye û hemû xetxetî ne, bi dar û beran xemilandî ye. Jê re dibêjin Baxçeyên Hewselê, li qeraxê Çemê Dîcleyê ye. Dîcle bi hêşînahiya xwe li ser dilê axa Mezopotamya wek her dem xemgîn diherike. Ev çem diherike ser dilê Heskîfa wêrankirî û Cizîra dilbirîndar. Çemo diherike û bîranînên xwe yên hezarê salan li pey xwe dihêle…    Ji bo van wêneyên ku li taxên xerakirî yên navçeya Sûra Amedê hatine girtin, me xwest em hevokên jorê dest pê bikin. 6 taxên navçeya Sûrê di serdema şerê qedexeya derketina derve yên di navbera salên 2015’an û 2016’an de hatin hilweşandin. Li van taxan bi dehan avahiyên dîrokî yên tomarkirî hatibûn xerakirin. Niha li taxan avahiyên nû ji aliyê TOKÎ’yê ve hatine çêkirin.    Li van taxên ku gelek bîranîn û çîrok li pey xwe hiştin dîwarên sûran li ser pêya mane û derdora wan vala hatine hiştin. Di navbera van dîwarên sûran û xaniyên nû hatine çêkirin de bi kulîlkên zer ên xerdelê xemilîne. Rengê kulîlkan zer bi kevirên dîwarên sûran re ahengek raxistiye ber çavan.    Li vî cihê ku kulîlk an jî bihar lê şîn bûne wisa teqemenî çêbûn dengê wan bi ser geliyê Dîcleyê û bajarê qedîm Amedê diket. Ev wêneyên rengîn ku ketin ber kadrajê gelek bîranên însanan li wir tîne bîra meriv. Çimkî berê li wir hemû xaniyên dîrokî hebûn. Lê niha ew kulîlk, dîwarên sûran û avahiyên TOKÎ rûbirû mane.    Van kulîlkên biharê di nava xirbeyan de her çiqas rengek zindî nîşan bidin jî lê êş, kul û axînê jî bi xwe re tînin. Beriya kulîlk xatirê xwe ji biharê bixwazin xweşikiya xwe di bîra mirovan de dihêlin.    MA / Bîlal Guldem