‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin' 2021-04-08 09:00:38 OSMANIYE - Li Osmaniyeyê 3 sal berê 4 HDP'î ji ber "îxberekê" hatibûn binçavkirin. Dozgerê ku derbarê her 4 HDP'iyan de îdianame amade kir, di îdianameyê de diyar kiriye ku "di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin", lê belê ligel hemû lêgerînan jî lênûsk nehatiye dîtin û xwestiye her 4 kes bên cezakirin.  Li Osmaniyeyê di 24'ê Çileya 2018'an de ji ber "îxbarekê" Hevseroka Partiya Demokratîka Gelan (HDP) a Navçeya Navendî ya Osmaniyeyê ya berê Sevgul Aydin û endamên partiyê Fahriye Aktaş, Mehmet NAsih Aktaş û Nîhat Ozdemîral hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan. Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê piştî 3 salan lêprisîna derbarê HDP'iyan de temam kir û îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Osmaniyeyê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku Aydin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "propgandaya rêxistinê" û "muxalefeta li hemberî qanûna pêşîlêgirtina fînanskirina terorîzmê", her du Aktaş û Ozdemîralp jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "muxalefeta li hemberî qanûna pêşîlêgirtina fînanskirina terorîzmê" bên cezakirin.   Danişîna ewil dê di 15'ê Cotmeha 2021'ê de bê lidarxistin.    Dozger di îdianameyê de gotiye: "Di 24'ê Çileya 2018'an de îxbarek hatiye ku li Taxa Yûnûs Emre du jin û du mêr li ser navê PKK/KCK/PYD/YPG pereyan berhev dikin... Piştî ku kamareyaên mobeseyê hatine vekoland, diyar bûye ku ji gumanbaran di destê yekî de lênûskek heye û tiştinan lê dinivîse û piştî dîmenan nasnameya her 4 kesan hatiye diyarkirin û ya ku defter û pênûs di destan de bûye Sevgul Aydin bûye û gava li defterê hin tişt nivîsandiye bi gumanbar Mehmet Nasih Aktaş, Fahriye Aktaş û Nîhat Ozdemîralp re axiviye û tevî lênûskê berê xwe dane cihekî din. Lê belê hatiye tespîtkirin ku Sevgul Aydin deftera di dest xwe de veşartiye û li gel hemû lêgerînan jî nehatiye dîtin..."    Her wiha dozgeriyê di îdianameyê de parastiye ku Aydin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî "propagandaya rêxistinê" kiriye.    MA / Hamdûllah Kesen