Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin 2021-04-08 10:19:35   AMED - Di îdianameya derbarê Mahmût Karaaslan û 5 kurên wî yên hevjîna xwe ya bi mehra mela Hamdiye Şik û kurê wê Kadîr kuştin hat amadekirin de cih neda ku cinayet bi çeka cerdevaniyê ya bi ruxset hatiye kirin.   Lêpirsîna derbarê sercerdevan Mahmût Karaarslan û kurên wî yên ji hevjîna wî y duyemîn Serdar, Sîdar, Serhat, Mazlûm û Zafer Karaarslan ên bi hevkariyê hevjîna xwe ya bi mehra mela Hamdiye Şik (61) û kurê xwe Kadîr Karaaslan (26) ê ji vê hevjîna xwe di 18’ê Tîrmeha 2020’an de li Gundê Kaxitlî yê navçeya Bismila a Amêde kuştibûn de dihat birêvebirin hat temamkirin. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê amade kir, ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat qebûlkirin.   Dozger di îdianameyê de derbarê Mahmût Karaarslan û 5 kurên wî de ji ber Hamdiye Şik û kurê wê bi zanebûn kuştine cezayê muebetê û muebeta girankirî yê hefsê xwest.   QALA ÇEKÊN CERDEVANIYÊ NEHAT KIRIN   Di îdianameya de li gel ku bav Mahmût û kurên wî Sîdar û Serdar Karaarslan cerdevan in û her du cînayêt bi çekên ruxsetê yên dewletê dan wan kirine jî, cih ji bo vê nehat dayîn.    Di îdianameyê de hat tomarkirin ku cinayet ji ber li hevnekirina erd hatiye kirin û hat diyarkirin ku li gorî îfadeyên şahid, bersûc û gilîvanan, bûyer piştî ku Hamdiye Şik, Fatma û Bahar Kararslan çûne cihê avahiya înşeata bersûc Sîdar Kararslan, nîqaşê di navbera wan de dest pê kiriye.   ‘BI GULEYA MAHMÛT, HAMDIYE HAT KUŞTIN’   Her çiqas bersûc di îfadeyên xwe de îdia bikin ku Hamdiye Şik û kurê wê Kadîr Karaarslan wan ne kuştine û gule berdane hewayê jî, Fatma Karaarslan a bi sifeta gilîvan di îdianameyê de cih digire dibêje ku Mahmût û Sîdar Karaarslan ser banê mala xwe bi çeka keleşê gule berdane wan û dema Mahmût Karaarslan gule berdeya, gule bi Hamdiye Şik ketiye.    JI ZAROKÊN XWE RE GOT ‘BERDINÊ’   Mehmet Karaarslan ê gazindker jî di îfadeya xwe de dibêje ku bavê wî Mahmût Karaarslan fermanê dide zirbirayên wî Serdar, Zafer, Serhat û Mazlûm Karaarslan ku “gule berdine” wan û bi guleberdana wan ji her du lingên xwe birîndarbûye. Karaarslan berdewama îfadeya xwe de vedibêje ku gule bi birayê wî Kadîr jî dikevin û birayê wî jiyana xwe ji dest dide.   DAXWAZA HEFSÊ YA JI GELEK SÛCAN   Di îdianameyê de tê diyarkirin ku Kadîr Karaarslan bi 4 guleyan Hamdiye Şik jî bi 3 guleyan hatiye kuştin. Dozger derbarê Mahmût Karaarslan û kurên wî Serdar, Sîdar, Serhat, Mazlûm û Zafer Karaarslan de ji ber kuştina Kadîr Karaarslan bi sûcê “li dijî binemalê bi zanebûn kuştinê” cuda cuda cezayê muebeta girankirî, ji ber kuştina Hamdiye Şik jî “bi zanebûn kuştin” cuda cuda cezayê muebbetê xwest.   Dozger dîsa derbarê bav û 5 kurên wî de  ji ber teşebûsî kuştina Mûrat, Mehmet û Lokman Karaarslan kirine bi sûcê “li dijî binemalê teşebûsî kuştinê kirine”, ji ber teşebûsî kuştina Fatma û Bahar Karaarslan jî bi sûcê “bi zanebûn kuştin” cuda cuda di navbera 13 sal û 20 salan de ceza xwest.   Dozgeriyê ji kurê Hamdiye Şik a hat kuştin Mûrat Karaarslan de jî ji ber teşebûsî kuştina zirbirayên xwe Serdar, Mazlûm, Serhat û Zafer Karaarslan kiriye bi sûcê “teşebûsî kuştinê” di navbera 13 sal û 20 salan de xwest bê cezakirin.