Pirsa ‘Gelo Ocalan berxwederek bi rûmet e?’ ji rojnamevan Canozer hatiye kirin 2021-04-08 13:42:02   AMED - Li Miduriyeta Polîsan a Amedê polîsan ji rojnamevan Bêrîtan Canozer a di binçavan de pirsa “Gelo li gorî te Abdllah Ocalan berxwederek bi rûmet e?”    Rojnamevan Bêrîtan Canozer a nûçegihana JinNewsê jî di nav de 22 jin di 5’ê nîsanê de li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibûn binçavkirin. Polîsan di darizandina di binçavan de pirsên balkêş ji Canozer kirin.    Li ser dosyeya Canozer biryara nepeniyê heye û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê sûcdarkirin.    Li gorî girteka îfadeyên Canozer ên Miduriyeta Polîsan hin pirsên hatine kirin wiha:    "TJA’yê têkildarî Zeynep Kinaci daxuyanî daye. Daxuyaniyê vebêjin?", " Zeynep Kinaci li ku dera Tevgera Jinên Azad cih digire?",  "Li gorî we Abdullah Ocalan ku rojbûna wî ji aliyê TJA’yê ve hatiye pîrozkirin, berxwedêrek bi rûmet e?", "Materyalên ji Komeleya Jinan ya Rosa hatine bidestxistin çi ne?”, "Bi kîjan armancê rojname û kovar li Komeleya Rosayê hebûn?”, “Li gorî we PAJK partiyek e gelo?”, "Pirtûkên li komeleyê hatine destserkirin bi çi armancê li komeleyê bûn?”    Her wiha ji Canozer hatiye pirsîn ku daxuyaniyên hatine dayîn bi kîjan armancan hatine dayîn.    Îfadeyên girtina ji 22 jinan a 14 jinan li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû. Îfade girtina 8 jinan didome. Tê payîn ku jinên îfadeyên wan hatine girtin sewqî Edliya Amedê werin kirin.