Danişîna Feleknas Ûca hat taloqkirin 2021-04-08 13:50:03   AMED - Danişîna doza têkildarî daxuyaniyên Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca yên di navbera 2015-2016'an de dabûn hat dîtin û daxwaza rawestandina darizandina wê hat redkirin.    Bi hinceta daxuyaniyên wê yên di navbera 2015-2016'an de derbarê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Danişîna 12'emîn dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ûca, beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Ûca Mehmet Emin Aktar û Serdar Çelebi beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi hinceta guhertina heyetê bi xwendina dosyayê dest pê kir.    Di danişînê de parêzerên Ûca Aktar û Çelebî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Parlamentera CHP’ê Enîs Berberoglû de bi bîr xistin ku daxwaz kirin ku ji ber muwekîla wan parlamenter e darizandina wê bê rawestandin.    Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê biryar da ku ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re muzakere bê nivîsandin û bi awayekî hurgilî dosya lêpirsîn bê xwestin û pirsa dîroka sûcê li Ûca bê pirsîn.    Bi vê biryarê heyetê biryar ku piştî hurgiliyên dosyayê bigihîjinê dê daxwaza rawestandina darizandina Ûcar binirxîne û danişînê taloqî 28'ê îlonê kir.