Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê girtin 2021-04-08 15:53:32 AMED - Ji 22 jinên dibin çavan de ne 14 jê sewqî Edliya Amedê hatin kirin. Dozger, rojnameger Bêrîtan Canozer bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, 22 jin di serdegirtinên malan ên 5’ê Nîsanê de hatin binçavkirin. Ji 22 jinên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin, 14 jê piştî îfadeyên wan hatin girtin, sewî Edliya Amedê hatin kirin. Îfadegirtina 8 jinên li Miduriyeta Polîsan dewam dike. Rojnameger Bêrîtan Canozer, Zeynep Aykat, Sevîm Bîçîcî, Şehrîban Zugurlî, Ayşe Kanuş Zengîn, Gurbet Ozer, Hasîbe Yazdik, Nalan Goze, Nezahat Teke, Nurşen Akbal, Satiye Ok, Leyla Akgul, Fîgen Aras û Zeynep Üren ên sewqî edliyê hatin kirin, îfade didin dozger.     Rojnameger Bêrîtan Canozer a ku îfade da dozger, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.