Kemalbay: Rêveberên welat dibin sedemê xizanî û bêkariyê 2021-04-08 16:17:22 ENQERE - Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay nêrînên Platforma Temînata Dahata Bingehîn ên derbara bêkarî û xizantiyê de veguhestinên Meclîsê û wiha got: “Kesên li Tirkiyeyê vê pergala ji rê derketî bi rêve dibin sedemê pirsgirêka xizanî û bêkariyê ne.”   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Serpîl Kemalbay têkildarî xizanî û bêkariyê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerên HDP’ê û Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî beşdarî civînê bû.    Kemalbay diyar kir ku qeyrana aboriyê bi pandemiyê re kûrtir bûye û wiha axivî: “Polîtîkayên ku AKP’ê derbarê çareserkirina pirsgirêkên tên jiyîn de danîn holê pirsgirêk girankir kirin. Xizantî zêde dibe, hejmara bêkariyê di dîroka Tirkiyeyê de gihiştiye asta herî jor.  Weke xizanî pirsgirêka xizanan be, bêkarî pirsgirêka bêkaran be. Lê xizanî û bêkarî pirsgirêka xizan û bêkaran nîne. Kesên li Tirkiyeyê vê pergala ji rê derketî bi rêve dibin sedemê pirsgirêka xizanî û bêkariyê ne.”   ‘DIVÊ BELAVKIRINA DAHATÊ WEKHEV BÊ KIRIN’   Kemalbay da zanîn ku ji bo pirsgirêka bêkariyê bê çareserkirin divê belavkirina dahatê wekhev bê kirin û wiha got: “Divê mirov hewl bide ku xwe gihandina dahatê bibe mafê herkesê. Ji ber vê li dijî dahata bêedalet, bêkarî û xizaniyê Platforma Temînata Dahata Bingehîn ku dibêje temînata dahatê maf e hat damezrandin. 92 sazî di bin banê vê platformê de cih digirin.   ‘TEMÎNATA DAHATÊ BI DERFETÊN BUDÇEYÊ PÊKAN E’   Kemalbay anî ziman ku pêvajoya pandemiyê xelet tê birêvebirin û wiha berdewam kir: “ Li dijî pêla nû ya pandemiyê beşeke civakê ya berfireh careke din bi çarenûsa xwe re rûbirû tê hiştin. Ji ber vê yekê ji xeynî girtina tam a 21 rojên ku bi temînata dahatê piştevaniya wan bê kirin çareserî xuya nake.  Maliyeta tam girtinê ku şewbê bixe bin kontrolê jî nêzî 12 mîlyar lîre ye. Heke ev rastî neyê dîtin wê pêşeroj jî bê windakirin.” Kemalbay, destnîşan kir ku temînata dahatê bi derfetên budçeyê pêkane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî temînatê dahata bingehîn ku bûye daxwazeke jiyanî û bi lez encax bi piştevaniya tevgereke gel a bi hêz dikare bikeve meriyetê. Di vê mijarê de peywîreke mezin dikeve ser milê hemû sendika, partî, odeyên pîşeyî ku çîna kedkaran temsîl dikin.”