Yûnanîstanê rapora otopsiyê ya Ergun nedaye malbatê 2021-04-09 09:00:47 MÛŞ - Penaberê kurd Îbrahîm Ergun li Yûnanîstanê li kampa lê dima bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû. Biraziyê wî Mazlûm Ergun got rapora otopsiyê nedane wan.  Penaberê kurd Îbrahîm Ergun ê 24 salî li Atînaya Yûnanîstanê li Kampa Penaberan a Korînthê dima. Ergun, 17 mehan li kampê girtîbû. Lê belê di 27'ê Adarê de cenazeyê wî di hundirê tuwaleta konteynerê de hatibû dîtin. Cenazeyê wî di 6'ê Nîsanê de li navçeya Kop a Mûşê hatibû veşartin.    Biraziyê wî Mazlûm Ergun ku li Farnsayê dimîne, anî ziman ku li kampê li apê wî xistine û rapora otopsiyê nedane wan.    LI KAMPÊ LÊXISTINE    Ergun, da zanîn ku apê wî ji bo biçe welatên Ewropayê 12 caran serî li saziyên têkildar daye, lê belê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin û 17 mehan bi awayekî neheq li kampê hatiye ragirtin. Ergun bal kişand ser şert û mercên kampê û got: "Kapasîteya kampê 400 kes e. Lê di ser 2 hezarî re penaber lê dimînin. Di odeyên 10 esî de 50 kes dimînin. Mifha Yûnanîstanê di penaberan de heye. Lê şertên penaberan, ne şertên mirovane ne. Gava li kampê bû, me tim bi hev re xeber dida. Digot, şertê kampê ji yên girtîgehê xerabtir in. Digot, hikûmeta Yûnanîstanê qanûnek çêkiriye û penaberan 18 mehan belesebeb radigire. Digot xwarina wan nayê xwarin û ava germ tune." Ergun, anî ziman ku apê wî jê re gotiye li kampê hin kes ji xwe re komik ava kirine û kesên di nav van komikan de lêxistine.    RAPORÊ NEDAN    Ergun, destnîşan kir ku piştî ku apê wî jiyana xwe ji dest daye, çûye Yûnanîstanê û bi rêya parêzeran xwestiye hevdîtinê bi rayedaran re çêbike, lê belê daxwazên wî nehatine qebûlkirin. Ergun, anî ziman ku rapora otopsiyê xwestine lê belê nedane wan û telefona wî û îfadeyên wî yên dadgehê jî nedane wan. Ergun got: "Apê min berê birîndar bûye, lê ji ber ku rapora otopsiyê nadin me, em nizanin bê ji ber çi birîndar bûye. Dibêjin li cihekî ku nigê Îbrahîm digihê erdê, bi benik xwe daliqandiye. Lê ev dûrî aqilan e. Em bawer nakin ku xwe kuştibe."    Ergun, anî ziman ku hewl didin rapora otopsiyê wergirin û gava raporê wergirin dê giliyê rayedarên kampê bikin.    MA / Dîndar Karataş