Di lêpirsîna ewlehiyê de pîvana 'dilsoziyê' 2021-04-09 09:00:57 ENQERE - Guler Ozdemîra ku ji ber lêpirsîna ewlehiyê serlêdana wê hatibû redkirin, serî li dadgehê dabû. Dadgehê ji bo Ozdemîrê got "ê bi dilsozî" tevnegere û doza wê red kir.  Guler Ozdemîr, ji bo peywirdariya buroyê ya di statuya personela bipeyman a Meclîsê de serî li Meclîsê dabû. Lê belê Komîsyona Lêpirsîna Ewlehiyê ya Meclîsê serlêdana wê qebûl nekiribû. Ji ber vê Ozdemîrê jî serî li dadgehê dabû. Dadgehê jî serlêdana wê red kiribû.   Dadgehê jî wekî Komîsyona Lêpirsîna Ewlehiyê ya Meclîsê parastibû ku xebitandina Ozdemîrê "di warê ewlehiyê de ne guncan e." Her wiha Dadgehê di biryara xwe de destnîşan kir ku hesta "dilsoziyê" bi Ozdemîrê re tune ye û gava dest bi kar bike dê "bi dilsozî" tevnegere û ji ber vê doza wê red kir.    ÇI BÛBÛ?    Guler Ozdemîr, di sala 2018'an de ji bo li Meclîsê di statuya personela bipeyman de li Meclîsê wekî peywirdara buroyê bixebite, serî li Meclîsê dabû. Lê belê Komîsyona Lêpirsîna Ewlehiyê ji bo serlêdana Ozdemîrê gotibû ne li gor pîvanên ewlehiyê ne û red kiribû. Ozdemîrê jî bi hinceta ya ku hatiye kirin dijî qanûna bingehîn û peymanên navneteweyî ye, serî li dadgehê dabû.    MA / Dîren Yûrtsever