Zilamên sendîkayî: Divê em ji qadên me dagir kirine derkevin 2021-04-09 09:46:08 AMED- Zilamên sendîkayî, diyar kirin ku di navenda zêdebûna tundî û qetilkirinên li dijî jinan de, hişmendiya serdest heye û gotin: “Bi bêdeng mayînê em tevkujiya jinan xwedî dikin. Divê em ji qadên ku me dagir kirine derkevin û bikevin rolê zilam ê ku li dijî tundiyê têdikoşe.”   Ji malê bigirin, heya cihê kar jin her tim rastî tundiyên fîzîkî, zayendî, derûnî, dijital û aborî tên. Tundiya li ser jinê her ku diçe zêdetir dibe. Desthilatdariyê jî, êdî ji Peymana Stenbolê ya ku weke li dijî êrişên tevkujiya jinan dihat zanîn vekişiya.   Zilamên sendîkayî yên ku me mîkrofona xwe dirêjî wan kir, anîn ziman ku ji bo ku tundî bi dawî bibe şoreşa hişmendiyê şert e û dan zanîn ku divê bertekên civakî zêde bibin.   HIŞMENDIYA NÊR   Serokê Şaxa Jimara 2 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê Hasan Çitrik, diyar kir ku sedama kûrbûyîna tundiya li dijî jinê, gotinên nêr ên desthilatdariyê ne û wiha axivî: “Ji bo ku tundî bi dawî bibe, pêwîstî bi veguherîna civakî heye. Bi sedsalane hişmendiya nêr dewam dike. Hemû serwerî ji bo zilaman hatiye dayîn. Ji ber vê xwe xwediyê tevahiya xwezayê dibîne. Ev pirsgirêk kronîk bûye û her tim dubare dibe. Ji ber ku zilam hêza xwe ya fizîkî bilind dibîne, dema teng dibe vê hêza xwe bi kar tîne. Di serî de jin, zarok û xweza bi tundiya zilam re her tim rû bi rû ne.”    Çitrik, dest nîşan kir ku divê paradigmaya azadiya jinê bê pêşxistin û wiha got. “Divê em dest rêbazê bi karanîna civakê berdin û tenê berjewendiyên xwe ne fikirin. Çi dema ev vê bikin, wê demê emê derî li guhertin û veguhertina xwe vekin.”   NÛNERTIYA WEKHEV   Çitrik, da zanîn ku feraseta nêr a li tavahiya civakê serdest bûye, li hemû saziyên dewletê belav bûye û wiha bi dawî kir: “Li Amedê, ji sedî 95’ê îdarevanan zilamin. Ev tercîheke bi zanebûne. Mafê nûnertiya wekhev nayê nas kirin. Her çiqasê îdarevan bêje ‘ez têgihiştîme, mobbîng nakim’ jî, hebûna wî mobbîngê belav dike. Divê zilam xwe di lêpirsînê re derbas bikin. Lazime em refleksên civakî ava bikin.”   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ   Rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yê Amedê Ercan Yilmaz jî, anî ziman ku ji bo ku tundiya li dijî jinan bi dawî bibe, divê cîhana hişmendiyê bêguhertin û wiha şirov kir: “Jin jî mîna hemû zilaman xwedî wî mafîne ku bi xwe biryarên xwe bidin. Jin jî mafên wan hene. Divê êdî em ji rolê zilam ê ku tundiyê dikin derkevin û bikevin rolê zilam ê li dijî tundiyê têdikoşin. Sedama zêdebûna tundiyê, zimanê êrişkar û ne cezakirina bersûcane. Divê em her tim li dijî tundiyê derkevin û têbikoşin.”   VEGUHERTINA HIŞMENDIYÊ   Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Şiyar Guldîken jî, da zanîn ku piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê wê tundiya li dijî jinan zêdetir bibe û wiha bertek nîşan da: “Li pişt hemû gotinên desthilatdariyê qirkirina jinan, civak û çandê heye. Di civakê de ger jin bê xistin, ew civakî dikeve. Hişmendiya nêr a ku desthilatdarî xwedî dike, hişmendiya DAIŞ’ê ye. Bi bêdeng mayînê em tevkujiya jinan xwedî dikin. Divê em ji qadên ku me dagir kirine derkevin û bikevin rolê zilam ê ku li dijî tundiyê têdikoşe. Hûna me şoreşa xwe ya hişmendiyî ava nekiriye. Ji ber ku ev hisaba zilam diçe. Divê em xwe berpirsiyar û gunehkar bibînin. “   DIVÊ ZILAM JÎ BERPIRSYARÊN XWE BI CIH BÎNE    Guldîken, dest nîşan kir ku divê zilam jî piştgiriya jinan bikin û wiha bi dawî kir: “Divê zilam dest ji dagirkeriyên xwe berdin. Pêwîste xwe parçeyekê xwezayê bibîne û dev ji serweriya xwe berde. Lazime piştevaniya jinan bikin û xwedî Peymana Stenbolê derkevin. Divê zilam tercîhekê bikin û bi jinan re hevjiyana azad ava bikin.”    MA / Eylem Akdag