Serokê Şaredariyê xwest, mûxtar ji peywirê hat dûrxistin 2021-04-09 10:43:19   MÊRDÎN - Mûxtarê bi îdîaya “Cih ji bo HDP’ê vediqetîne” ya Serokê Şaredariya Navçeya Rişmil ê AKP’î Hayrettîn Demîr ku berî demekê welatî li dijî wî derketin kolanan û banga îstîfayê lê kirin hatibû sûcdarkirin, ji peywirê hat dûrxistin.     Li navçeya Rişmil a Mêrdînê, di çarçoveya projeya veguherîna bajarvaniyê de, di meha Cotmehê de, dest bi xebata hilweşadin 500 malan hatibû kirin. Ev proje bi hevkariya Şaredariya Rişmil û Miduriyeta Giştî ya Veguhertina Bajarvaniyê ya Wezareta Derdor û Başarvaniyê hat çêkirin. Hat xwestin ku li taxên Tepebaşi û Gul malên welatiyên hîna ev proje qebûl nekirine jî, bên hilweşandin.       Ceyrana welatiyên malên xwe terk ne kirin û bi mehane rastî zext û êrişan tên, pêr hatbirîn. Dîsa ev welatî bi gefên ku wê bi zorê ji malên xwe bên derxistin re rûbibû ne. Van welatiyan li dijî projeye çalakiya şermezarkirinê li dar xistin û Serokê Şaredariya Rişmil ê AKP’î Hayrettîn Demîr vexwendin îstîfayê. Lê Demîr li şûna îstîfa bike, kesên beşdarî çalakiya şermezarkirinê bûn, sûcdar kirin.   Piştî vê çalakiyê, Muxtarê Taxa Gul Çagdaş Araz, bi îdîaya “wî çalakî organîze kiriye” ji aliyê Qeymeqamtiya Rişmil ve, ji bo mehekê ji peywirê hat dûrxist.    Serokê Şaredariyê Demîr, derbarê Araz ê ji peywirê hat dûrxistin de, berî mehekê li Qeymeqamtiyê gilî dike. Ev daxwaznemya gilîkirinê ya Demîr derket holê. Demîr di giliya li Qeymeqamtiyê kiribû de, Araz bi “Cih ji bo HDP’ê vediqetîne” sûcdar dike.   Miduriyeta Îdarî û Kontrolê ya Walîtiya Mêrdînê, li ser vê gilîkirina Demîr, îfadeya Araz digire.