ESP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir 2021-04-09 16:55:27   RIHA - ESP’ê malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne ziyaret kir û diyar kir ku têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar bi rê ve dibe têkoşîna wan e.    Emîn Şenyaşar a hevjîn û du kurê xwe di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê Adarê de li ber Edliya Rihayê dest bi nobeta “Edaletê” kirin. Seredanên piştevaniyê yên çalakiya dayik û kurê wê ya bi daxwaza “Edaletê” didomin. Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) malbata Şenyaşar ziyaret kirin.    ‘DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE’   Alîkara Hevserokên Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, diyar kir ku kesên bûne perçeyekî komkujiyê nayên darizandin lê malbata Şenyaşar tê cezakirin û wiha got: “ 37 sal ceza dan kurê wan. Malbata Şenyaşar li dijî zilmê nobeta edaletê da destpêkirin. Em li rex wan e û daxwaza wan a edaletê daxwaza me ye.”   ‘EM BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ DIKIN’   Berdevka Giştî ya SKM’ê Denîz Aktaş jî da zanîn ku faîlên bûyerê bi awayekî rehet li derve digerin û wiha axivî: “Em dizanin ku li qesran edaletê nabînin. Em li kolanan li edaletê digerin. Em ê bi têkoşîna kolanan têkoşîna edaletê qezenç bikin. Em banga mezinkirina têkoşînê dikin.”   ‘EM Ê BI SERKEVIN’   Endama SGDF’ê Hêlîn Yagmûr Ûcî jî anî ziman ku “Edaleta” ku ji bo malbata Şenyaşar ji bo herkesê ye û wiha got: “Em destûr nadin komên çete, mêtînger û dagirkeran. Teqez em ê bi serkevin.”   ‘EZ DEST JÊ BERNADIM’   Piştî axaftina Ûcî, Emîne Şenyaşar axivî û wiha got: “Her roj dixwazin me ji vir rakin. Lê ez ê dest ji têkoşîna xwe bernadim. Ev dewleteke çawa ye? Bila kes guneha me negire. Ez ê li cihana din jî li hemberî kesên qeydên li nexweşxaneyê dernexînin bim. Ez ê dest ji lêgerîna edaletê bernedim.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ   Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku heta faîlên neyên darizandin dest ji nobeta xwe ya edaletê bernadin û wiha got: “Ji bo piştevaniyê bang li hemû mirovên xwedî wijdan dikin, em li bendê ku piştevaniya têkoşîna me bikin.”