Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn 2021-04-09 19:44:03   STENBOL – Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe ya 23 û 24'emîn bi merasîmekê hatin dayîn. Nûçegihanê ajansa me Cemîl Ûgûr ku Xelata Taybet a Jûriyê wergirt got: "Çi dibe bila bibe em ê nûçeyan çêbikin. Me pênûsa Metîn Goktepe, Mûsa Anter, Hrant Dînk wergirtiye. Em bi pênûsa wan dinivîsin."    Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe, yên 23 û 24'emîn bi merasîmekê hatin dayîn. Par xelatên 23'yemîn ji ber pandemiyê nehatibûn dayîn, îsal bi xelatên 24'emîn re hatin dayîn.    Merasîma xelatdayînê li Şîşliyê li avahiya Akademiya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) hat lidarxistin. Ji ber pandemiyê tenê rojnamevanên xelat wergirtine, endamên juriyê û malbata Goktepe tevli merasîmê bûn.    23'YEMÎN XELATÊN ROJNAMEVANIYÊ YÊN METÎN GOKTEPE    Xelatên par Îbrahîm Goktepe û Meryem Goktepe dan rojnamevanan. Xelata taybet a juriyê ya par Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk wergirt. Xelata rojnamevaniya xwecihî xebatkara Tuncelî Emek Gazetesî Husnuye Karakoyûn, xelata wêneyan Denîz Sarigul, xelata dîmenan Ozgur Soylemez û Gul Bahar Gunduz wergirtin. Xelata nûçeya nivîskî jî Seyhan Avşar wergirt. Avşar ji ber nexweşiya xwe tevli merasîmê nebû.   24'EMÎN XELATÊN ROJNAMEVANIYÊ YÊN METÎN GOKTEPE    Piştî xelatên par xelatên îsal jî hatin dayîn. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Cemîl Ûgûr xelata taybet a jûriyêê wergirt. Ûgûr, ji ber nûçeya xwe ya derbarê du welatiyên ji helîkopterê de hatibûn avêtin xelat wergirt. Ûgûr di dema xelatwergirtinê de got: "Çi dibe bila bibe em ê nûçeyan çêbikin. Me pênûsa Metîn Goktepe, Mûsa Anter, Hrant Dînk wergirtiye. Em bi pênûsa wan dinivîsin."    Xelata taybet a jûriyê ya din jî ji DW Turkçeyê Fatîna Çelîk û Tûnca Ogreten wergirtin. Xelata rojnamevaniya xwecihî jî xwediyê Rojnameya Guneyê Abîdîn Yagmûr wergirt. Xelata wêneyan jî Zeynep Kûray wergirt, xelata nûçeya bidîmen ji Gazete Dûvarê Aynûr Tekîn wergirt. Xelata nûçeya nivîskî jî ji Gazete Dûvarê Hale Gonultaş wergirt.