Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe 2021-04-10 09:00:44 ÎZMÎR - Aborîzan Aydin Ari, anî ziman ku heya pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin dê rewşa aboriyê jî baş nebe û got: "Civak bi hewldaneke ji bo çareserkirina kurdî dikare pêşerojekê ava bike."  Her diçe rewşa aboriya Tirkiyeyê xurabtir dibe û ji taqet dikeve. Ji darazê heya rêvebiriyê, ji polîtîkaya derve heya bi mesrefên qesrê gelek tişt hîmê aboriyê ji binî ve dileqînin.    Aborîzan Aydin Ari rewşa aboriya Tirkiyeyê nirxand.    Ari, destnîşan kir ku aboriya Tirkiyeyê ne aboriyeke ku bi rihetş bê birêvebirin, ji lew re gelek pirsgirêkên wê hene. Ari, da zanîn ku ev pirsgirêk pirsgirêkine 150 salî ne û polîtîkayên li ser asasên endeksa mesrefkirin û zehîkirinê aboriya welêt qels kiriye.    Ari got: "Modeleke aboriyê ya têra tu tiştî nake heye. Rola xwe ya kapîtalîzma cîhanê lê bar kiriye, bi zorekê bi rê ve dibe. Em behsa modeleke wiha dikin. Xwedî paşxaneyeke dîrokî ye. Ji bo birêvebirina vê aboriyê, pêdivî bi polîtîkayên li ser asasên plansaziyê heye. Lê mixabin mirov nikare behsa rêvebiriyeke wiha bike."    SEROKATÎ REWŞÊ XIRABTIR KIR    Ari, bilêv kir ku Pergala Hikûmeta Serokkomartiyê ku bi îdiaya rewşa aboriyê baş bibe hatiye avakirin, pirsgirêk kûrtir kirine û got: "20 sal in tişta ku AKP dike, bikaranîna çavkaniyên hazir ên welêt in. Niha çandinî jî di nav de gelek tişt tên îthalkirin. Çima? Çavkaniyên xwe qedandin. Helbet sedem feraseta aboriya kapîtalîst e. Lê belê feraseta rêvebiriya Pergala Hikûmeta Serokkomartiyê rewşa heyî xirabtir kir."    ‘KAPÎTALÎZMA QUMARXANEYÊ'    Ari, anî ziman ku kêmkirina bandora mekanîzmayên kontrolkirin û Meclîsê û zêdebûna otorîteyê bûne sedema pirsgirêkên mezin. Ari, bal kişand ser kesîdekirina gelek qadan û got: "Suleyman Demîrel, Tûrgût Ozal jî polîtîkayên bi vî rengî kirin. Lê belê îqtidarê bi awayekî dorfireh kir. Êdî, kapîtalîzma qûmarxaneyê, kapîtalîzmeke mafyayî heye."    Ari ku got "Êdî em welatekî bêrezerv in" got: "Rezervên dowîzî qediyan û êdî bi rê ve naçe. Wer xuya ye dê ev krîz hê gelek tiştan bide ber xwe. Wer xuya ye pirsgirêkên din jî ê krîzê kûrtir bikin. Hikûmet xitimiye. Dizane xitimiye. Lewma hewl dide hin tiştan bike, lê tiştên dixwaze bike ne tiştên ji bo çareserkirineke mayinde ne, tevdîrine demborî ne. Ne bawer im aborî bi ser hev de bê. Ji lew re feraseteke rêvebiriyê ya ku pirsgirêkan ji binî ev çareser bike tune ye."    NÎQAŞÊN DERBARÊ GIRTINA HDP'Ê DE    Ari, destnîşan kir ku pêdivî bi polîtîkayeke nû heye û got: "Rewş ev e, lê îqtidar rojevine ku rojeva sereke manîpule dike diafirşne. Biryara fesixkirina Peymana Stenbolê, bangawaziyên ji bo girtina HDP û AYM'ê, betalkirina parlementeriya parlementeran... Gava dolar zêde dibû îdianameya HDP'ê şandin AYM'ê. Gava Serokê Bankeya Navendî hat guherandin, avêtin ser mala Gergerlîoglû. Tabloe aboriyê tê manîpulekirin, lê manîpulasiyonê kûra dowîzî jî zêde kir."    ‘HEYA PIRSGIRÊKA KURDÎ NEYÊ ÇARESERKIRIN...'    Ari, destnîşan kir ku heya ku pirsgirêka kurdî neyê çareserkirin dê rewşa aboriyê jî baş nebe û got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî tenê ne hikûmet, divê civak jî vîna xwe bide der. Ji lew re neçareserkirina prisgirêkê bandorê li her welatiyî dike. Lewma heger civak ji bo çareserkirina kurdî vîna xwe bide der, ê karibe pêşerojekê ava bike."    MA / Nacî Kaya