Li Girtîgeha Amedê girtî hatin derbkirin 2021-04-10 10:03:47 AMED - Hat diyarkirin ku gardiyanan Hamdusena Ada û hin girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'emîn a Amedê tên girtin, derb kirine. Malbata Ada derbarê mijarê de wiha got: “Em vê zilmê qebûl nekin.”   Li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Hat diyarkirin ku hîna jî tiştên girtiyên ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên Hejmarên 1 û 2 ên Amedê yên di nava heman kampusê de hatine kirin, nedane wan. Hat zanîn ku li her du girtîgehan jî gardiyan di van rojên dawî de lêgerînên qawişan zêde kirine û girtî hatine derbkirin.   Hamdusena Ada yê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'emîn a Amedê tê girtin, bi malbata xwe re hevdîtina girtî pêk anî, ragihand ku gardiyanan li gel wî gelek girtî derb kirine. Xwişka Ada, Reşehat Ada jî têkildarî hevdîtina ku di 5’ê nîsanê de pêk hat ev tişt got: “Birayê min ji bo hevdîtina girtî hat cihê hevdîtinê, lê nikarî destê xwe bigihîne telefonê û nedikarî destê xwe rake. Destê wî şîn bûbû. Me jê pirs kir ku ka çi bûye lê bi tu awayî agahî nedan. Piştî ku hevdîtin qediya, di derketina girtîgehê de min dît ku dayikek digirî. Dema em çûn pê re axivîn, got ‘20 gardiyanan êrîşî kurê min û hin girtiyan kirine’. Pişt re ev rewş me ji parêzer re ragihand. Parêzer bi birayê min re axivî û got rast e bûyereke wisa qewimiye. Piştî ku gardiyanan ew derb kirine birine nexweşxaneyê û nexweşxaneyê jî rapora derbê daye wan.”   ‘EM QEBÛL NAKIN’   Reşehat Ada, da zanîn ku piştî ku hîn bûn birayê wê hatiye derpkirin bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirine û anî ziman ku dozger ji wan re gotiye haya wî ji bûyerê nîne. Ada, diyar kir ku zext û tundiya ser girtiyan qebûl nakin û wiha axivî: “Em pey vê îşkenceya li birayê min hatiye kirin bernadin. Ev edaleteke çawa ye fêm nakin. Em li dijî vê îşkenceyê bisekinin. Hewce bike em ê heta Dadgeha Mafe Mirovan a Ewropayê (DMME) biçin. Roja ku em agahdar bûn ku birayê min hatiye derbkirin nikarim xwarinê bixwim. Rewşa wî li pêş çavên min naçe.”   3 MEHIN NABIN NEXWEŞXANEYÊ   Ada, destnîşan kir ku bi birayê wê re nexweşiyên dil û gurçik hene û wiha berdewam kir: “Divê her meh bibin nexweşxaneyê. Berê dibirin nexweşxaneyê lê niha nabin. Ev nêzî 3 meh in nabin nexweşxaneyê û dermanên wî yên ji bo dil jî nadinê.”    ‘BILA VÊ ZILMÊ QEBÛL NEKIN’   Ada, bi lêv kir ku birayê wê 10 sal in di girtîgehê de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Beriya niha li tu girtîgehan weke niha zext pêknehatin. Nêzî 3 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Amedê zext û heqaretên cidî di qewimin. Em van zext, zilm û heqaretan qebûl nakin. 20 kes çawa êrîşî kesekê dikin. Ka heq û hiqûq? Ez bangî gelê kurd dikim; bila li dijî vê zexta li girtiyan tê kirin derkevin û vê zilmê qebûl nekin.”