Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in 2021-04-10 10:10:20 WAN - Rojnamevan Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên ji ber nûçeyên îşkenceya helîkopterê hatibûn girtin û pişt 6 mehan hatin berdan diyar kirin ku ew ê her rastiya derxin holê û gotin: “Rojên ku emê ji tariyê rizgar bibin nêz in.”    Li navçeya Şaxê ya Wanê welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şiban ji aliyê eskeran ve di 11’ê îlona 2020’an de hatibûn binçavkirin û her du welatî ji helîkopterê hatibûn avêtin. Tûrgût jiyana xwe ji dest da û Şîban hêj tedawî dibîne. Nûçegihanên ajansa me Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNews Şehrîban Abî û Nazan Sala ji ber çêkirina nûçeyên vê îşkenceya bi helikopterê hatibûn girtin. Her çar rojnamevan jî di danişîna ewil de roja 2’ê nîsanê hatin berdan. Nûçegihanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr ên piştî 6 mehan hatin berdan qala pêvajoya girtina xwe kirin.    Rojnamevan Adnan Bîlen da zanîn ku piştî nûçeyên wan derbarê herdu welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin texmîn kirine ku wê werin binçavkirin û ji ber ku şiklê pêkanîna operasyonê her tiştî vedigot. Bîlen destnîşan kir ku piştî piştî nûçeya avêtina herdu welatiyan a ji helîkopterê tevahiya raya giştî ya Tirkiyê û dinyayê bihîst û deng veda û got: “Me dizanibû piştî van nûçeyan wê operasyonek li ser me pêk bînin. Ji ber ku nûçeyên girîng bûn. Piştî bûyerê me dewama nûçeyan anî û li qadê li dijî hevalên me zext zêde bûn. Polîsan eşkere digot ‘Bila Ajansa Mezopotamya nûçeyê çê neke kî çê dike bila bike’. Di wan rojan de hevalên me her tim li qadê dema nûçe dişopandin dihatin astengkirin. Ji ber vê helwesta polîsan me dizanibû me kirine armanc û jixwe piştî demek kin jî operasyon bi ser ajansa me û JinNewsê de pêk anîn.”    ‘ME DIZANIBÛ EM Ê WERIN GIRTIN’    Bîlen anî ziman ku dema wan binçav kirine nizanibûne bi çi tên sûcdarkirin û parêzerên wan jî nizanibûne û tevî ku biryara nepen li ser dosyeya wan hebûye jî malper û ajansên alîgirên îqtidarê nûçeyên hedef nîşandanî derbarê wan de çêkirine û wiha got: “A rast me hemûyan dizanibû ku em ji ber meseleya nûçeyên helîkopterê hatine binçavkirin, lê belê di darizandina li miduriyeta polîsan de pirsek jî di vî derbarî de ji me nekirin. Pirsên ji me hatin kirin û pêvajoya me ber bi girtinê ve bir wisa wê hezirî da me ku qey mîna ku berê hatibû hûnandin.  Beriya me sewqî dozgeriyê bikin li korîdorê wezîfedarek digot ‘wê kîjan maşîne van bibe girtîgehê’. Me êdî dizanibû wê me bigirin. Ji xwe bi lez û bez pêvajoyê temam kirin û me şandin girtîgehê. Em bi îdiayek cara yekem ku tê bihîstin wek ‘li dijî dewletê nûçeyên civakî çêkrine’ me dan girtin. Her wiha cara yekem bû ku kartê zer ê çapemeniyê kirin meseleya girtina me.”    ‘JI BO GIRTIN DIRÊJ BIBE HER TIŞTÎ KIRIN’    Bîlen diyar kir ku dozger ji bo ku dema girtina wan dirêj bike hema bêje serî li her rêbazî da û got: “Ji bo girtinek dirêj em bi rewşek ku hatibû hûnandin re rûbirû man. Piştî girtina me 2 meh şûn ve du hevalên me jî hatin girtin. Dawiya dawî piştî çar meh û nîvan îdianameya me hat amadekirin. Ji serî heta binî rewşek bêhiqûqî di îdinameyê de hatibû bicihkirin. Îdiayên derbarê me de hatibûn nivîsandin ewqas hêsan bû ku hewcehî bi parastinê jî nedikir. Mesela nebûn kartê zer ê çapemeniyê di îdianameyê de nivîsandibûn tam jî darizandina rojnamevaniyê bû. Li gorî îdiaya wan wê demê rojnamevanên li welat bêkarta zer a çapemeniyê dixebitin ne rojnemavan in. Heke dadgeh ji ber van kartên zer ceza li me bibire wê ji nîvî zêdetir rojnamevanên li welêt nikaribin rojnamevaniyê bikin. Her wiha wêne, dîmen û nûçeyên bi salan berê hatine girtin û çêkirin jî li îdianameya me zêde kirine. Xwedîgiravê xwestine dosyeya me biwerimînin.”    ROJNAMEVANÎ TÊ  TEWANBARKIRIN    Bîlen da zanîn ku axaftinên wan ên li gel çavkaniyên nûçeyan jî kirine mijara sûc û dixwazin çavkaniyên wan jî ji bo ji ajansê re axivîne îlegalîze bikin. Bîlen anî ziman ku îlegalîzekirina ajansê ku ji bo çapemeniya azad û muxalîf bûye çavkaniya nûçeyên girîng bêhiqûqî ye. Bîlen got heke rojnamevanek were darizandin divê wî/wê bi nûçeyên çêkirine dikare were darizandin lê nûçeyên bi salan berê jî niha rabûne wek sûcek giran dibînin û wan pê tewanbar dikin.    ‘JI BO EM BEDEL BIDIN AMADE NE’    Bîlen di dewama axaftina xwe de wiha got: “Xebata çapemeniya azad zor û li gel vê bedelê wê jî heye. Lê roja me dest bi vî karî kir, em ji her cûre bedelî re jî amade bûn. Em ê her rastiyan derxin holê. Ji bo rastî di tariyê de nemînin bedel çi be me dan û em ê bidin jî. Lê dijî van hemû zextan divê piştevanî xurt be û ji bilî piştevaniyê wek din tu rêyek din jî nîne. Pêwîste em destûrê nedin welat veguhere zindana rojnamevanan. Rojnamevanên muxalîf hemû xwedî wê wezîfeyê ne ku vê rewşa tarî ber bi ronahiyê ve bibin. Me di pêvajoya doza me de dît ku ev rewşa tarî zêde nikare li ber xwe bide û piştevanî bi ser ket.”    'EM JI BER TAPEYAN HATIN GIRTIN’    Rojnamevan Cemîl Ûgûr jî diyar kir ku beriya ew girtin telefona wî 7 mehan hatiye guhdarkirin û qeydên tape jê girtine. Ûgûr anî ziman ku divê li gel ku ev qeydên tapeyê li dosyeya wî nehatina barkirin jî lê dîsa di dosyeyê de bicih kirine û got: “Lê ji ber ku me heqîqetê derxist holê, ji bo me nûçeya du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin çêkir, qedyên tapeyan carek din derxistin holê û kirin sûcê girtina me û me bi awayek bêhiqûqî avêtin zindanê.”    ‘RASTÎ HEQÎQET BÛ KU DERKET HOLÊ’    Ûgûr destnîşan kir ku ew dizanin di şertên Tirkiyê de rojnamevanî pir zehmet e û wiha got: “Piştî çêkirina nûçeyên herdu welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin, li şûna ku dozger li halê welatiyan bipirse lê me da girtinê. Em bi awayek li dijî hiqûqê hatin girtin. Çimkî dema meriv li îdianameyê dinêre xebat hemû li ser rojnamevaniyê ye. Nûçeyek min berê ku bi malbata girtiyek nexweş re çêkiriye kirine sûc. Her wiha axaftinên min ên di telefonê de jî di çarçoveya rojnamevaniyê de bûn. Ajansa me wek îlegal didin nîşandan. A rast em hemû jî dizanin ku naveroka van dosyeyan û îdiayan pûç e. Heke tenê rastiyek hebe ew jî me heqîqetê derxistiye holê û ji ber vê heqîqetê em hatin girtin. Ji ber ku çapemenî li Tirkiyê ne azad e em hatin girtin.”   Ûgûr qala astengiyên li girtîgehê jî kir û got girtî bi binpêkirinên mafan re rûbirû ne.    ‘EM Ê ROJNAMEVANIYÊ BIDOMÎNIN’    Ûgûr anî ziman ku piştevaniya ji bo hat kirin gelek girîng bû û ji bo xelata Malên Gel û Metîn Goktepe dane wî spasiya xwe kir û got: “Ev xelatên dan me ji bo me madalyaya şerefe ye. Her çi dibe bila bibe em ê di çarçoveya parastina mafên mirovan û nirxên demokrasiyê de rojnamevaniyê bikin. Ji roja min dest bi vê pîşeyê kir jî min dizanibû rojnamevanî ne sûc e. Wezîfeya me ya sereke ye ku em ê her tim li pey heqîqetê biçin û hewl bidin ku rastî di tariyê de nemîne. Em ê wezîfeya xwe ya rastiyan her bikin.”    MA / Mujdat Can