Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt 2021-04-10 14:08:22   MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt.   Hat îdiakirin ku jina 32 salî ku li gundê Kertwênê yê navçeya Nisêbîna a Mêrdînê bi malbata xwe re dijiya di saetên serê sibê de xwe kuşt. Cenazeyê jina nasnameya wê nehat zanîn ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.    Hat hînbûn ku cendermeyan têkildarî xwe kuştina jinê, lêpirsîn dan destpêkirin.