'Wê tecrîd bi kêr neyê' 2021-04-11 09:11:23   MÛŞ- Arafat Kardagi ku keça wî Elîf Kardagi di Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan de ye û heya niha 3 caran li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, got: "Wê polîtîkayên tecrîdê bi kêr neyên." Kardagi anî ziman ku divê rojek berî rojekê parêzer hevdîtinê bi Ocalan re bikin.    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bê dem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 136'aan de didomin.    Arafat Kardagi ku keça wî Elîf Kardagi li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan heya niha 3 caran ketiye greva birçîbûnê ya dorveger, destnîşan kir ku civak jî tê tecrîdkirin û got: "Divê tecrîd bê şikandin."    Bav Kardagi, anî ziman ku keça wî 3 sal berê gava xwendekar bûye hatiye girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn. Kardagi, diyar kir ku keça wî Elîf Kardagi 3 caran ketiye greva birçîbûnê ya dorveger û ji bo hevdîtina bi telefonê ya 4 deqeyî ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şermezar bike, di hevdîtina dawî ya bi rêya telefonê de tenê 4 deqeyan axiviye.    ‘DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN'    Kardagi got: "Îhtimala ku greva birçîbûnê veguhere ya nedorveger. Ez jî di sala 2010'an de 90 rojî di greva birçîbûnê de mabûm. Lê ya niha naşibe yên berê. Ne çalakiyeke ku bi hevdîtineke telefonê dev jê bê berdan. Divê dewlet vê yekê bibîne. Meseleya sereke şikandina tecrîdê ye. Lewma divê ev daxwazên mafdar bên qebûlkirin. An na dê bibe cihê karesatên mezin."    Kardagi, destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêhiqûqî ye û got: "A rast di şexsê Ocalan de civak tê tecrîdkirin. Civakê veguherandine girtîgeheke vekirî. Mirov nikarin miriyên xwe jî veşêrin. Ev yek li tu devera cîhanê tune ye. Ê polîtîkayên tecrîdê bi kêr neyên. Çawa ku bi salan e polîtîkayên wan bi kêr nehatine, ê ya tecrîdê jî wisa be. Sedema hemû pirsgirêkan tecrîd e. Mirov bifikar in û ditirsin. Difikirin 'gelo yê sibê çi bibe.'"    Kardagi destnîşan kir ku fikara wan a herî mezin ew e ku xebera mirinê ji girtîgehan bê û got: "Divê rojek berî rojekê parêzer hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin. Çalakiyên greva birçîbûnê bi vî awayî ancax dikarin bi dawî bibin."