Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin 2021-04-11 11:55:03   NAVENDA NÛÇEYAN – Di 6’ê nîsanê de tîmên taybet bi awayekî hemwext bi ser 3 gundên navçeya Bismilê de girtin û gundiyê bi navê Halîl Ercan binçav kirin. Hat diyarkirin ku tîmên taybet poşet kirine serê Ercan, îşkence lê kirine û bi gefxwarinê sûc lê ferz kirine.   Di 6’ê nîsanê de polisên tîmen taybet bi awayekî hemwext bi ser gundên Dîcle, Dûmlûpinar û Haciya Kurdan ên navçeya Bismilê ya Amedê de girtin û gundiyê bi navê Halîl Ercan binçav kirin. Hurgiliyê vê serdegirtinê derketin holê. Hat hînbûn ku serdegirtinê saet 02.00’yê şevê dest pê kiriye û heta saet 08.00’ê serê sibehê berdewam kiriye û tîmên taybet ji bo vedana erdê kemçeya jî bi xwe re birine gundan.    MALAN VEDANE   Di serdegirtinan de li 3 malan lêgerîn pêk hatiye. Li gundê Dîcleyê, li mala Halîl Ercan (30) legerîn pêk hatiye. Tîmên taybet li nav mala Ercan, hewş û axura wî bi kemçeyan kolandine. Heman pekanîn li gundên Haciya Kurda û Dûmlûpinarê jî pêk hatiye. Hat diyarkirin ku polisan heqaret û mehmeliya xerab li Îbrahîm Halîl Ercan ku li gundê Dûmlûpinarê mêvan bûye û ferdên mala ku lê mêvan bûye kirine. Hat hînbûn tîmên taybet bi îşkenceyê Ercan birine mala wî ya gundê Dîcleyê.    POŞET KIRINE SERÊ ERCAN   Hat diyarkirin ku tîmên taybet poşet kirine serê Ercan û hîn cebilxaneyê ku angaşt kirine li mala wî dîtine nîşanî wî dane û ev gef lê xwarine: “Divê tu vana bigirî ser xwe, heke nebe em ê te bikujin.” Piştî bi dawîbûna serdegirtinên li her sê gundan tîmen taybet Ercan binçav kirine û bi xwe re birineMiduriyeta Polisan a Amedê.    ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ   Parêzerê Ercan ku dema binçavkirina wî hatiye dirfêjkirin pê re hevdîtin kir da zanîn ku bi saetan îşkence li muwekîlê wî hatiye kirin. Di wêneyekê dema binçavkirinê de diyar dibe ku îşkence li Ercan hatiye kirin û çopên derban li ser û rûyê wî hene.    Parêzerên Ercan ji ber Îşkenceya li hatiye kirin gilî kirin.    Tê payîn ku Ercan sibê derkeve edliyeyê.