43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan 2021-04-11 12:31:04   MELETÎ - Şaredariya AKP’î ya Navçeya Yeşilyurtê 45 karker şandin Almanyayê. Lê tenê 2 karker vegeriyan û 43 karker carek din venegeriyan.    Şaredariya AKP'î ya Navçeya Yeşîlyurtê di îlona 2020'an de 45 kes ji bo "Projeya pêşxistina kesên bi hestiyar ên li hemberî derdorê" ji bo 12 rojan şandin Almanyayê. Lê ji 45 kesên çûn Almanyê tenê 2 kes vegeriyan û 43 kes dîsa venegeriyan. Endamên Meclîsa Şaredraiyê yên CHP'î di civîna nîsanê de ev yek anîn rojevê. Endamên Meclîsê têkildarî 43 kesên ku çûn Almanya û dîsa venegeriyan pêşniyarname dan meclîsê.    43 KES DÎSA PAŞVE VENEGERIYAN. RAST E?   Pirsên ku endamên Melcîsa Şaredariyê têkildarî venegera 43 kesan ji bo Şaredarê AKP'î yê Navçeya Yeşîlyurtê Mehmet Çinar bibersivîne dan meclîsê wiha ne:    * Naveroka protokolo ku bi komeleyê re hat îmzekirin çiye?      * Têkiliya şaredariyê ya bi kolemele û şîrketê re çiye?    * Di vê gerê de ji 45 kesan 43 kes venegeriyane. Rast e?    * Eger vegeriya bin, lîsteya ketin û derketinê heye ya na?    Şaredarê Yeşîlyurtê Mehmet Çınar, piştî civînê û pirsên hatin kirin, diyar kir ku dê lekolîn bike û daxuyaniyê bide. Lê 4 roj derbas bûn hêj tu agahî nehatiye parvekirin.    Têkildarî mijarê Serokê Şaxa Komeleya Cîhana Pêşxistina Tekakesî ya Meletiyê Mehmet Sait Aytekin, daxuyanî da rojnameya herêmî ya Busabah ku li Meletiyê weşanê dike. Aytekîn, anî ziman ku li ser rîcaya Şaredariya Yeşîlyûrtê, qeyda kesên ku endamên Komeleya Cîhana Pêşxistina Tekakesî 2 hefte berê jê hatiye birin.    Aytekin, da zanîn ku di rewşa fermî de ew ne endamê wan in û wiha got: "Şaredariyê hatine qeyda wan çêkiriye. Ne min ew dîtine û ne jî wan nas dikim."