'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin' 2021-04-11 17:49:27 ŞIRNEX - Li dijî qirkirina xwezayê ya herêmên girêdayî Şirnexê rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyek hevpar dan û gotin: "Bi qirkirina xwezayê re dîroka me, çanda me, tenduristiya me û nirxên me yên dîrokî tên tune dikin."   Bi pêşengtiya Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) ya Şirnexê, derbarê qirkirinên xwezayî de, li ber avahiya KESK'ê ya li navenda Şirnexê daxuyanî hat dayîn. Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, aktivîstên TJA'yê, sazî û dezgehên civakî û sendîkayî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de, pankarta "Ji qirkirina daristanan re êdî bese, em xwedî li xwezaya xwe derbikevin" hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Sekreta Jinan a Egitim-Senê ya Şirnexê Serap Ok ve hat xwendin.    'XWEZAYA ME TUNE DIKIN'    Ok, diyar kir ku xwedî derketina xwezayê peyvira her  kesiye û wiha axivî: "Em perçeyek ji ekosîstemê ne. Di ekosîstemê de her zindî xwedî erk û berpirsiyarî ye. Ji ber ku mirov afirînerên herî bi rûmet in, berpirsiyariya me jî heye ku em ekosîstemê biparêzin û bidomînin. Di bajarê me yê ku bi berhevoka xwe ya çandî û civakî tê nasîn de em bi êrişên sîstematîkî re rû bi rû ne. Li gel qirkirina xwezayê dîroka me, çanda me, tenduristiya me û nirxên me yên dîrokî tên tunekirin. Di heman demê de, bi van êrişan pêşeroja me tê tehditkirin. "    '11 BENDAV HATIN ÇÊKIRIN'   Ok, bal kişand ser bendavên li herêmê tê avakirin û wiha domand: "Li geliyê ku ji Şirnexê heya Colemêrgê dirêj dibe, 11 bendav hatin çêkirin û hemû çemên ku diherikin hatin vala kirin, ji bilî vê, li Cûdî nêzîkê 500 qadên madenê xwezaya Cûdî û warên gundiyan hatin tunekirin."    'JI BO PARASTINA XWEZAYÊ EM Ê TEBIKOŞÎN'   Di dawiyê de Ok, da zanîn ku ew ê li dijî her cureyên êrişên li dijî xwezayê tebikoşin û wiha bi dawî kir:  "Em ê ji bo pêşeroja gelê Şirnexê tebikoşin.Em ê destûr nedin ku hûn bi talankirina xwezayê gelê Şirnexê ceza bikin. Em careke din dibêjin ku em ê li her deverên Tirkiyeyê daristanên xwe, tenduristiya xwe û xwezaya xwe biparêzin û ji bo parastina xwezaya xwe em ê tebikoşin."   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştine bi dawî bû.