Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart 2021-04-11 20:47:18 AMED – Baroya Amedê Komcivîna xwe ya Asayî ya 47’an li dar xist. Di encama dengdayînê de ji bo Serokatiya Baroya Amedê parêzer Nahît Eren hat bijartin.   Baroya Amedê Komcivîna xwe ya Asayî ya 47’an li dar xist. Komcivînê duh bi axaftinan dest pê kiribû û îro li Eywana Konferansê ya Park Yildizê ya li Yenîşehîra Amedê bi deng dayîna endamên baroyê bi dawî bû. 3 namzet ketin pêşbaziyê. Serokê heyî Cîhan Aydin û Cengîz Baysal bi takekesî tevli bijartinê bûn û Nahît Eren jî bi lîsteya desteya rêveberiyê beşdarî hilbijartinê bû. Bi giştî hezar Û 765 parêzer endamên Baroya Amedê ne. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî hilbijartinê şopandin.   Piştî jimartina dengan Nahîn Eren 693 deng wergirt û bi van dengan bû serokê nû yê Baroya Amedê. Cîhan Aydin jî 594 deng wergirt. Namzetê din Cengiz Baysal jî 45 deng wergirt.   Piştî jimartina dengan Cîhan Aydin û Nahît Eren axivîn.    Cîhan Aydin di axaftina xwe ya spasiyê de got: “Ala Baroya Amedê wê tu demê nekeve erdê. Ez spasiyê xwe ji bo hemû organên Baroyê dikim. Me gelek titşên xweş û baş kir. Ez hêvîdarim wê rêveberiya nû jî bi heman mîsyonê xebatên xwe bidomîne. Ji hevkarê xwe yê nû Nahît Eren û tevahiya rêveber û endaman re serkeftin dixwazim.”   'PÊDIVIYA KURDISTANÊ BI VÊ BAROYÊ HEYE'   Nahît Eren jî axivî û spasiya hemû endaman kir û wiha got: “Tu demê kes di Baroya Amedê de winda nake. Tahîr Elçî serokê ebedî yê Baroya Amedê ye. Em ê bi vê berpirsiyariyê her tim xwedî li keda Elçî derkevin û nirxê Baroya Amedê bilind bikin û bi rê ve bibin. Îhtiyaca vî bajarî û Kurdistanê bi vê baroyê heye. Heta ku ev gel li cem me be em ê bi hêzdar li ser pêya bin. Ez tevahiya hemû hevpîşeyên xwe pîroz dikim.”