ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-12 09:00:51 * Deriyê Meher ku berî 2 hezar û 800 salan di serdema Ûrartûyan de li navçeya Tûşbayê hatiye avakirin, ji bêeleqederiyê terkî tunebûnê hatiye kirin.  * Li navçeya Rêya Armûşê, bazirganên ku li bazarê dezgehên xwe vedikin û welatiyên ku li ser wan dan û standinê dikin jî ji ber qrîza aborî ji bihabûnê bi gazin cin   *  Dozger ewil der barê eskerê ku bi hinceta "Li hişyariya raweste guhdar nekiriye" welatî Mehmet Ali Nametoğullari birîndar kir de doz vekir, piştre biryara "pêwistî bi lêpirsînê tune" da. Dozgerê ku lêpirsîna esker betal kir, vê carê der barê welatiyê mexdûr de doz vekir.    * Hevparên Koordînasyona Marmarayê ya Şopandina Greva Birçîbûnê, diyar kirin ku daxwazên girtiyan mirovî û hiqûqîne û banga bihîstina qîrîna çalakvanên greva birçîbûnê li raya giştî kirin.    * Malbat û parêzerên Doza Somayê ya ku sibe bê dîtin, banga tevlîbûnê kirin û gotin: “Ev doza şerma Tirkiyeyê ye. Em dizanîn wê darizandinek adîlane çênebe, lê em ê qadê ji wan mirovan re bernedin û salonê dije bikin.”    * Dayik Demet Munas ji bo zaroka xwe ya bi nexweşiya SMA’yê Asenat banga alîkariyê kir û got: “Ji bo Asenat bibin hêvî. Ez mîna dayikekê dibêjim; êşa me bibînin, piştgiriyê bidin kampanyayê.”   * Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê wê Kongreya xwe ya Asteyî li avahiya komeleyê li dar bixe. (10.00)   * Danişîna 8'emîn a doza darizandina Hevşaredara Navçeya Gever a Colemêrgê Remziya Yaşar a girtiye, wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê dîtin. (11.00)    * Meclîsa Jinan a HDP'ê, ji bo ku starta "Kampanyeya ji jinan re edalet" bide, wê li avahiya partiyê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)   * Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, derbarê biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê û xizantiya jinê de, wê bi rêxistinên civaka sivîl ên Amedê re, li Otela New Garden bi cive. (16:00)   * Li navçeya Hezexa Şirnexê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan dê daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)   * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran dê li otelek Amedê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re bicive. (16.00)    * Şandeya KCD'ê û DBP'ê wê li Edeneyê hevdîtinên gel pêk bîne. (18.00-21.00)