Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît 2021-04-12 09:06:07 WAN - Dozger ewil der barê eskerê ku bi hinceta "Li hişyariya raweste guhdar nekiriye" welatî Mehmet Ali Nametoğullari birîndar kir de doz vekir, piştre biryara "pêwistî bi lêpirsînê tune" da. Dozgerê ku lêpirsîna esker betal kir, vê carê der barê welatiyê mexdûr de doz vekir.  Eskeran di 7'ê Sibatê de li ser rêya Gola Erçekê ya di navbera Bajarê Wanê û Navçeya Qelqeliyê de bi hinceta "Li hişyariya raweste guhdar nekir" welatî Mehmet Alî Nametogullarî yê 20 salî dorpêç kirin û li wî xistin. 4 eskerên ku dora Nametogullari dorpêç kirin û heqaret li wî kirin, piştre gule berdan pişta wî û ew bi giranî birîndar kirin. Nametogullari ku bi giranî birîndar bû, rakiribûn Serwîsa Cerahiya  Damarê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Nametogullari piştî demekê derman bû şandin malê. Piştî bûyerê Dozgerê Komarê yê Wanê der barê eskeran de lêpirsîn vekir. Dozgerê ku ewil der barê 4 eskeran de lêpirsîn vekir, piştî demekê bi hinceta 2 kovika guleyan nehatine dîtin, biryar da ku "Hewce bi dozê tune" da. Dozger îdea kir ku guleya li Nametoğullari ketiye nehatiye dîtin. Li aliyê din nexweşxaneyê jî der barê mexdûr Nametogullari de rapor amade nekir.    PARÊZERAN ÎTÎRAZ KIR    Piştî dozger der barê eskeran de biryara "Hewce bi lêpirsînê tune" da, parêzerên Nametogullari biryara dozger îtîraz kirin. Parêzeran serî li 2'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê dan û xwestin bersûc ji sûcê "Hewl dan bikujin" de bên darizandin û cezakirin. Parêzeran anîn ziman ku nedîtina guleya li pişta Nametogullari ketiye, reşkirina delîlan e û xwestin lêpirsînek çalak bê destpêkirin. Lê 2'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê îtîraza parêzeran, bi hinceta 'Eskerê gule berdaye nehatiye tespîtkirin, red kir.    Dadgehê parast ku ji ber Nametogullari her tim ji eskeran reviya ye, girtina wî ne pêkan e û guleberdana eskeran li gorî mewzûatên zagonî ye.    LI MEXTÛR DOZ VEKIR   Dozger li şûna bersûcan darizîne, vê carê der barê mexdûr Nametogullari yê eskeran ew birîndar kiribû de doz vekir. Dozger bi hinceta “Destûr nedaye esker erka xwe pêk bînin" doz vekir. 7'emîn Dadgeha Asliye jî îdeanameya dozger amade kiribû qebûl kir û doz vekir. Dadgeh dê roja danişîna doza Nametogullari di rojên pêş de aşkere bike.     ÎSLAMOGLU: EM Ê SERÎ DESTÛRA BINGEHÎN BIDIN   Parêzera Nametogullari Hatice Îslamoglu, anî ziman ku esker, dozger û hekîmê ceza yê Sulhê bi hevre suc diparaêzin û wiha got: "Bi hevre dixwazin ser vê dozê bigirin. Em ê piştî pêngavek din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Li gel agahiya bûyerê di destê dozger de heye jî dozger eskerê ku muvekkilê me birîndar kiriye tespît nekiriye. Dozger bi hinceta tespît nekiriye lêpirsîn û doz betal kiriye. Dema em li pêvajoyê dinerin em dibînin ku esker, dozger û dadger hev diparêzin. Ev nîşan dide ku hekîm û dozger pêşengiya welatê polîsan dike."    PRZ.TARHAN: DI ZAGONAN DE CIHÊ GULEBERDANA KESÊN BÊ PARASTIN TUNE YE   Parêzer Dilan Tarhan jî anî ziman ku dema eskeran gule berda muwekilê wê, li erdê bû û bê parastin bû. Dîlan Tarhan, da zanîn ku dema muwekilê wê bê parastin bû eskeran gule berdayê û wiha got: "Keyfîyet û mecbûrî du tiştên pir cuda ne. Li gorî zagonan dema kesek bê parastin be esker nikare gule berde. Di zagonan de cihê guleberhdana kesê bê parastin tune ye. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Hewce be emê serî li AYM'ê jî bidin."