Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin 2021-04-12 09:07:34 STENBOL - Hevparên Koordînasyona Marmarayê ya Şopandina Greva Birçîbûnê, diyar kirin ku daxwazên girtiyan mirovî û hiqûqîne û banga bihîstina qîrîna çalakvanên greva birçîbûnê li raya giştî kirin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û derveger a ku girtiyan di 27’ê Mijdara 2020’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûn dan destpêkirin, di roja 137’emîn de dewam dike.    Bi armanca şopandina çalakiyên greva birçîbûnê ya di girtîgehên herêma Marmarayê de, Koordînasyona Marmara ya Şopandina Greva Birçîbûnê hatibû avakirin. Ji Hevparên koordînasyonê Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê Umît Efe û Hevserokê Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxaran a Marmara (MATUHAY-DER) Nesîm Ozkan, têkildarî bandorên tecrîdê yên li ser civakê û greva birçûbûnê axivîn.   RÊBAZA ÎŞKENCEYÊ YE   Nûnerê TÎHV’ê Umît Efe, diyar kir ku tecrîd konsepta tundiyê ya kapitalîzmêye ku di girtîgehan de tê birêve birin û wiha axivî: “Girtîgeha li gorî mantiqa ku ji aliyê navendekê bi tenê vê bê birêvebirin hatine avakirin. Pêkanîna tecrîdê, di serdemên modern de li Awropa, Amerîqa û Amerîkaya Latîn, li dijî mûxalîfan hatiye bi kar anîn. Li tevahiya cîhanê, girtî li dijî pergala tecrîdê derdikevin. Pêkanînên tecrîd, li gelek cihan dibe sedema rijadina xwînê. Tecrîd rabezeke îşkenceyê ye. Bi tecrîdê tê xwestin ku danûstandinên bedenî, hestiyarî û têgînên kesan bixin asta herî kêm de. Bi vê jî pêvajoya teslîmgirtinê û tunekirinê hedef digirin. Ji ber vê yekê weke psîko-teror tê pênasekirin. Tecrîd bandorên pir mezin li ser mirovan dihêle. Bi tecrîdê hevgirtina ruhî, civakî û bedenî dibin gefên mezin de tên hiştin.”   DÎROKA TECRÎDÊ    Efe, anî ziman ku tecrîd îşkenceye û wiha got: “Îşkence jî sûceke mutlaqe. Tecrîd weke konseptekê CIA’yê hatiye pêşxistin. Di beşa zanistê ya ku gelek norolog û psîkiyatrîst jî cihê xwe têde digirin de, bi armanca kontrolkirina liv û tevgerên mirovan lêkolîn hatine kirin û encama liv û tevgerên mirovan dikare bê kontrolkirin hatiye derxistin. Ev pergal li Tirkiyeyê, di salên 2000’î de, bi avakirina “Tîpên F” re ket meriyetê. Heya ku Tirkiyeyê derbasî pergala girtîgehên Tîpên F û tecrîdê bû, pêvajoyek bi xwîn hat jiyîn. Di berxwedanên li girtîgehan dest pêkirin de, 2 jê berpirsiyarên ewlekariyê bi giştî 30 kesan jiyaan xwe ji dest dan.”    GREVA BIRÇÎBÛNÊ BELAV BÛ YE   Derbarê greva birçîbûnê de jî Ef, ev nirxnadin kir: “Greva birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bûye. Ev çalakiyek pir mezine. Em hewl didin greva birçîbûnê bişopînin. 130 rojin girtî di greva birçîbûnê de ne. Ev ji bo bedena girtiyan ne başe. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Lazime ku di çarçoveya mafên mirovan de, diyalog bê pêşxisitn. Li vî welatê gelek rewşên bi êş hatin jiyîn. Divê dev ji tecrîdê bê berdan. Bi pêvajoya pandemiyê re tecrîd kûrtir bû. Girtî tenê mafên xwe yên hiqûqî û mirovî yên bingehîn dixwazin. Dîsa hejmara girtiyên nexweş her roj zêde dibe. Ev girtî di şert û mercên giran de tên girtin. Pêwîste ku mafê wan ê başbûnê neyê astengkirin. Em dengî qîrîniya wan a bilind dibe dibihîzin. Niha qîrîniyek bilind dibe. Berî ku encam xirabtir bibe, divê em vê qîriniyê bidin bihîstin.”   SALA 2012’AN BIBÎR ANÎ   Hevserokê MATUHAY-DER’ê Nesîm Ozkan ê di sala 2012’an de 68 rojan di greva birçîbûnê de ma bû jî, ev şirove kir: “Di sala 2012’an de, tirsa me ya ku mirin çêbe hebû. Çalakiya wê demê bêdem û bêdorveger bû. Ez tevlî vê çalakiyê nebûm, lê bi armanca piştevaniyê 5, 10 roj ez tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûm. Dema ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû, di benda girtiyan de, xesarên mezin rû dan. Di mîde û roviyên girtiyan de pirsgirêkên pir cîdî derketin holê.”   ‘DIVÊ HER KES BIBE DENG’   Ozkan, bal kişan ser tecrîdê û wiha bilêv kir: “Tecrîd tenê ne ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo her kesî ye. Li ser her kesî zext û êriş hene. Her kes tê binçavkirin û girtin. Li dijî van zextan greva birçîbûnê dest pê kir. Li Îmraliyê çi dikin bila bikin, gelên Rojhilata Navîn wê tu carî dev ji Birêz Ocalan bernedin. Divê hemû beşên civakî li dijî vê tecrîdê dengê xwe derxînin. Emê tu carî dev ji demokrasî, hiqûq û azadiyê berdin. Emê li hemberî zilmê serê xwe ne teweyînin.   KILÎTA AZADIYÊ    Ozkan, banga hestiyariyê li raya giştî kir û wiha got: “Em hemû civakê vedixwînin hestiyariyê. Hemû gelên Rojhilata Navîn dixwazin, Birêz Ocalan azad bibe û tecrîd bi dawî bibe. Kurd êdî vê rewşê qebûl nakin. Kilîta azadiya gelên Rojhilata Navîn û gelên Tirkiyeyê li Îmraliyê ye. Divê hemû kes li gorî vê yekê tevbigerin.”