Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin 2021-04-12 09:12:01 ÎZMÎR - Malbat û parêzerên Doza Somayê ya ku sibe bê dîtin, banga tevlîbûnê kirin û gotin: “Ev doza şerma Tirkiyeyê ye. Em dizanîn wê darizandinek adîlane çênebe, lê em ê qadê ji wan mirovan re bernedin û salonê dije bikin.”  Di 13'ê Gulana 2014'an de, li navçeya Soma ya Manîsayê, 301 madenvan di madena ji aliyê Fîrmaha Komir Soma A.Ş. ve dihat xebitandin de jiyana xwe ji dest da bûn. Doza Komkujiya Somayê ya derbarê 301 madenvanên jiyana xwe ji dest da bûn de hatibû vekirin, wê ji nû ve dest pê bike.    Daîreya Cezayê 12’emîn a Dadgeha Bilind, derbarê bersûcên ji sûcê “bigumana bi zanebûn mirov kuştinê” ceza girtibûn de, di 27’ê Çile de biryar da bû û xwestibû ku bi sûcariya “bi zanebûn mirov kuştin û birîndar kirinê” bersûc bên cezakirin. Piştî biryara Dadgeha Bilind, hemû bersûcên girtî serbest hatibûn berdan. Bersûca Can Gurkan ê Serokatiya Desteya Rêveberiya A.Ş. dikir jî di nav de wê Halûk Evînç, Adem Ormanoglû û Efkan Kurt di 13’yê Nîsanê de ji nû ve li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê derkevin pêşberî dadger.    Xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bûn û parêzerê dozê Can Atalay berî danişîna sibe bê dîtin ji ajansa me re axivin.    EDALET JÎ HAT WINDAKIRIN    Serokê Komeleya 301 Madencanên Somayê Îsmaîl Çolak ê kurê xwe Ûgûr Çolak di komkujiyê de winda kir, anî ziman ku ew li welatekê ku edalet, hiqûq, dadwerî lê tuneye dijîn û wiha axivî: “Mixabin em li welatekê ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) nas nake û dadgehên herêmî biryarên Dadgeha Bilind qebûl nakin dijîn. Ji ber vê dema di 13’yê Gulana 2014’an de, 301 mirov winda kirin, me jî li vê derê edalet winda kir.”   QATIL DERVEDENE   Çolak, da zanîn ku ew li benda edaletê ne û wiha bilêv kir: “Baweriya me ya edaletê nemaye. Qetilên 301 mirovan li derve ne. Lê Parêzer Selçûk Kozagaçli û hevalên wî yên têkoşîna bi maf a ji bo 301 kesan didan, hîna jî girtîne. Qatîl, tecawîkar, mirovên welat talan kirin mixabitin mafdarin, lê parêzerên gel ên ji bo edaletê têdikoşin girtîne. Ev doz şerma Tirkiyeyê. Divê xwedî li vê dozê bê derketin. Em li benda piştgiriya rêxistinên civaka sivîlin. Me bi tenê nehêlin. Di dawiya dawî de, wê her kes hesab bide.”    BANGÎ RAYA GIŞTÎ KIR     Gulten Kavas a di komkujiyê de hevjînê xwe Alî Kavas winda kir, da zanîn ku wan berî 7 salan êşek mezin jiyana û wiha axivî: “Di 13’ê Nîsanê de, wê heman êşê bi me bidin jiyîn. Ji bo xizanan edalet tuneye, lê ji bo dewlemendan heye. 18 sal ceza dan bersûcên 301 kesan, dûre hemû serbest berdan. Ez bawer nakim ku wan dîsa bigirin. Kesên ciwan mirin. Zarokên qet bavên xwe nasnekirin, li şûn wan man. Ez ne ji bo xwe ji bo zarokên xwe xemgîn dibim. Bê bav mayîn pir zore. Em li bendêne ku hemû Tirkiye mîna roja ewil piştgiriyê bide me. Ez bang xwedî derketina dozê li raya giştî dikim.”    PIŞTÎ ŞANDE HAT GUHETIN   Ji parêzerên dozê Can Atalay jî, bal kişand ser biryara Daîreya Cezayê 12’emîn a Dadgeha Bilind û wiha got: “Piştî şandeya Daîreya Cezayê 12’emîn a Dadgeha Bilind hat guhertin, 5 roj şûnde biryar hat guhertin. Hinceta biryara dadgehê 6 hezar û 94 rûpel bû. Şandeya Dadgeha Bilind ne pêkane ku di nava 5 rojan de 6 hezar û 94 rûpel xwendibin. Ev nayê qebûl kirin. Weke hiqûqî û mirovî jî nayê qebûl kirin. Tu nirxa vê ya mirovî tuneye. Derbarê vê biryarê de, me serî li hemû rê û rêbazan da. Çareya herî dawî ew bû ku em serî li Wezareta Dadê bidin. Ne pêkane ku Wezareta Dadgê bêje ‘Min ev nedît û ez nizanim.’ Roja Sêşemê, li Akhîsarê em li benda hemû kesên ku xwedî bi wijdanin. Divê çav û guhê hemû kesî li Akhîsarê bin. Dozê bişopînin û xwedî derkevin.”    MA / Nacî Kaya