Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê 2021-04-12 09:12:19 ENQERE - Dayik Demet Munas ji bo zaroka xwe ya bi nexweşiya SMA’yê Asenat banga alîkariyê kir û got: “Ji bo Asenat bibin hêvî. Ez mîna dayikekê dibêjim; êşa me bibînin, piştgiriyê bidin kampanyayê.” Li Tirkiyeyê, nêzî 3 hezar nexweşên Spinal Muskuler Atrofî (SMA) hene. Ev nexweşî nexweşiyeke masûlke ya herî kêm tê dîtine. 4 tîpên vê nexweşiyê hene. A herî giran jî Tîpa-1 a SMA’yê. Ev nexweşî, di zarokên 6 mehî û hîn biçûktir de tê dîtin. Nîşaneyên vê nexweşiyê, kêmbûna liv û tevgerê, bêkontroliya serî û enfeksiyona rêyên dan û standinê nefesê ye.    Yek ji zarokên teşxîsa SMA Tîpa-1 ji bo wê hatiye dayîn zaroka yek salî Asenat Munas e. Dayika Asenat Demet û bavê wê Melîk dixwazin ku keça wan baş bibe. Asenat hîna 8 mehî bû teşxîsa vê nexweşiyê ji bo wê tê dayîn. Asenat 26 rojin di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşaneya Bajêr a Enqerê de, tê rawestandin. Ji bo başbûna Asenat, pêwîstî bi dermanê Zolgensma ya ku li Tirkiyeyê nayê dîtin heye. Bihayê vî dermanî 2,2 mîlyon dolare. Ji ber ku derfetê malbatê yê ku vî dermanî bikire tuneye, Asenat rojên zor û zehmet dijî û her ku diçe şert û mercên başbûna wê zortir dibin.   ASENAT DI LÊNÊRÎNA AWARTE DE YE   Bav û dayika Asenat Demet û Melîk ên li ser platforma medya civakî ji bo keça xwe dest bi kampanyeya “Asenat di lênêrîna awarte de ye, xwedî zaroka xwe derkevin” kirin, ji bo keça xwe banga alîkariyê kirin. Dayik Demet Munas, diyar kir ku 10 rojin kampanyaya wan dewam dike û wiha axivî: “Heya niha tenê me karî em 15 hezar TL kom bikin. Ez bang li her kesî dikim ku destekê bidin kampanyayê. Em dixwazin her kes dengê Asenat bibihîze. Kampanya pir dereng dikeve. Bila hemû kes destê xwe danîn ser wijdana xwe û wisan piştgiriyê bidin me. Ji bo Asenat em li benda alîkariyê ne. Ev 4 mehin em her tim li ber deriyên nexweşxaneyan radiwestin. Ji bo Asenat bibin hêvî. Êşa me bibînin. Piştgiriya xwe ji texsîr nekin.”   ‘DEWLET BI ÇAVÊ MIRINÊ MÊZE DIKE’   Munas, nêzîkatiyên dewletê yên di warê tedawîkirina zarokên nexweşên SMA’yê de rexne kir û wiha got: “Dewlet bi çavê mirinê li zarokên nexweşên SMA’yê mêze dike. Gelo wisan nêzî zarokên xwe jî dibin? Em çibikin, rewşa me ya aboriyê tuneye. Ma em zaroka xwe terkî mirinê bikin. Ne tenê ji bo zaroka xwe, ez dixwazim ji bo hemû zarokên nexweşên SMA’yê derman bînin. Em zarokên xwe ji mirinê rizgar bikin.”   Ji bo kesên ku bixwazin di çarçoveya kampanyayê de alîkariyê bidin malbatê, nimareya telefonê wiha ye: 05326103793   MA / Hakan Yalçin