Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an 2021-04-12 10:12:23 AMED - Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg û Rabîa Tekas ên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin.   Polîsan li Amedê di serdegirtinên malan ên 5’ê nîsanê de 26 jin binçav kiribûn. Ji van jinan Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg û Rabîa Tekas duh piştî kirariyên îfadeyan ên Miduriyeta Polîsan a Amedê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dadgehê Bîlgîn, Ûlûg û Tekas bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve dibir de, di 5’ê nîsanê de derbarê 33 jinên nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî di nav de biryara binçavkirinê derxistibû û di serdegirtinên malan de 26 jin hatibûn binçavkirin. Ji jinên ku bi awayê komî sewqî dadgehê hatin kirin Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez, Endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, Leyla Akgul, Ayşen Kanûş, Nûrşen Akbal û Şehrîban Zûgûrlî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin û hefsa malê dabûn Dayika Aştiyê Nezahat Teke. Nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer jî, di nav de 14 jin bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.