Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da 2021-04-12 11:39:13   SÊRT - Li navçeya Hewêl, jina 27 salî Saynûr Suyuncu ya bi awayekê şewitandî hatibû dîtin, li nexweşxaneya lê dihat derman kirin, jiyana xwe ji dest da.     Li gundê Kelhok a girêdayî Bajaroka Ziyaretê ya navçeya Hewêl a Sêrtê, dayika 4 zarokan Saynûr Suyucu ya 27 salî, di 10’ê Nîsanê de bi awayekê şewitandî hatibû dîtin. Suyucu ya bi giranî birîndar bibû, rakirin Unîteya Şewatê ya Fakulteya Tipa Zanîngehê ya Dîcleyê û dest bi dermankirina wê hatibû kirin. Suyuncu ligel hemû mudaxileyan jî, duh di saetên şevê de jiyana xwe ji dest da.   TUNDÎ LÊ DIHAT KIRIN   Li aliyê din hat îdîakirin ku Suyuncu li mala ku lê dima her tim rastî tundiyê dihat û ji ber vê xwestiye dawî li jiyana xwe bîne.    Hat destnîşan kirin ku derbarê bûyerê de, dest bi lêpirsînê hatiye kirin.