Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin 2021-04-12 11:51:24   RIHA - Malbata Şenyaşar diyar kir ku heta ew 23 gumanbarên di şerê li ber nexweşxaneyê de hatine tespîtkirin werin girtin wê çalakiya xwe bidomînin.    Li navçeya Pirsûsa Rihayê beriya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an alîgir û parêzvanên Parlamenterê AKP’a Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet û lawên wî Adil û Celal kuştibûn. Hevjîna Hecî Esvet Şenyaşar, Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar 35 roj in bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê ango nobeta edaletê li dar dixin. Malbat vê sibehê jî wek her sibehê hat ber edliyê û dest bi çalakiya xwe kir û carek din daxwaza edaletê kir.   'GELO QEY WIJDANA WAN NÎNE?'   Emîne Şenyaşar di çalakiyê de wiha got: “Sê kes ji malbata min kuştin. Yek jî ceza kirin. Kujerên zarokên min bi serbestî li derve digerin. Ez ê ji vir ranebim. Bila min jî bikujin. Bila kesên vê komkujiyê kirine werin girtin. Zarokên min li ber nexweşxaneyê girtin. Bila qeydên nexweşxaneyê derxin. Ma qet wîjdana wan nîne? Ev dewletek çawa ye? Çima dirûst nêz tevger nakin.”    ‘HETA NEYÊN GIRTIN…’    Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku bi qetilkirina ferdên malbata wî li dijî wan sûcê mirovahiyê pêk anîne û wiha got: “Me berê bi dozgerê li lêpirsînê dinêrî hevdîtin kir û wî ji me re got 23 gumanbar hatine tespîtkirin. Bila derbarê van kesan de tişta pêwîst bikin û werin girtin. Em ê jî ji vir rabin. Heta ku van kesên sûcê li dijî mirovahiyê pêk anîne neyên girtin ez û dayika xwe em ê li vir bin. Têkoşîna me têkoşîna her kesî ye. Divê her kes xwedî li têkoşîna me derkeve.”