Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan 2021-04-12 13:02:29   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Serdozgeriya Komarê ji ber “Nexşerêya” Ocalan di 23’ê îlona 2020’an de cezayê ji bo 6 mehan ê qedexeya hevdîtinê sepandibû. Ev qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediya lê hêj heta niha ne erênî û ne jî neyînî bersiva parêzeran nehatiye dayîn.    Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2-22’yê gulana 2019’an, 12-18’ê hezîrana 2019’an û 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel miwekîlê xwe hevdîtin pêk anîbûn.