Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne 2021-04-12 13:23:59   EDENE  - Hevserokê Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, li Edenê di serdana esnafan de, diyar kir ku sedama krîzê tecrîde û got: “Ger tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe, wê Tirkiye bêhnê bistîne.”   Şandeya ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir pêk tê, hevdîtinên xwe yên bi şîara “Em li dijî faşîzmê xwe birêxistin dikin” di roja 7’emîn de li Edeneyê dewam kir. Şandeya ji Ozturk, Aydenîz û Bayindir pêk tê, esnafên Odeya Kabzimallar a Edeneyê ziyaret kir. Serokê Odeya Kabzimallar a Edeneyê Alî Batman, şande pêşwazî kir. Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan, endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) û Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hevserok û rêveberên Edeneyê bi şandeyê re tevgeriyan.   AYDENÎZ: SEDEMA KRÎZÊ TECRÎDE    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, civîna esnafan de axivî û wiha got: “Li Tirkiyeyê, her ku diçe krîza aboriyê kûrtir dibe. Krizên aborî, siyasî û civakî yên li Tirkiyeyê zêde dibin, ji ber polîtîkayên şer ên li dijî Kurdane. Hemû beşên civakê îro bi krîzanre rûbirû hatine hiştin. Îro tevahiya Tirkiyeyê, veguherandine, girtîgeh servekirî.”   Aydenîz, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wiha bilêv kir: “Sedama krîzên li Tirkiyeyê, tecrîde. Ji bo ku hişmendiya tekparêz ava bikin, tecrîdê giran dikin. Ger tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe, wê Tirkiye bêhnê bistîne.”     OZTURK: ÇARESERÎ SEKNA HEVPARE   Hevserokê KCD’ê  Berdan Ozturk jî, anî ziman ku hemû desthilatdarên berê ji bo ku bi ser qirêjiyên xwe bigirin, her tim êrişî Kurdan kirine û wiha got: “Ji dîrokê ve daxwazên Kurdan çêbûne. Ev daxwazên wan ne ji bo cihêkirinê ye, ji bo jiyanek wekheve. Desthilatdariya îro tengav bûye, lê gel bedelê vê yekê dide. Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê di qadên aborî û hiqûqî de jî, pêşketinên girîng çêbin.”    Esnafên beşdarî civînê bûn jî, diyar kirin ku ew ji krîza aborî bi awayekê pir cîddî bandor dibin û wiha gotin: “Gelek pirsgirêkên me hene. Lê wisan xuya dike ku dê rewşa heyî çareser nebe. Em bi sebir libenda ji van pirsgirêkan rizgar bibine.”